6 sal cezayê girtîgehê li karîkaturîst Atena Ferqidanî hate birîn

Bi hinêceta ku hunera xwe li dijî rejîma Îranê bikaraniye 6 sala cezayê girtîgehê li karîkaturîst Atena Ferqidanî hate birîn.

Navenda Nûçeyan – Karîkaturîst Atena Ferqidanî di 13’ê Nîsanê de dema ku yek ji berhemên xwe li kolana Pastori ya Tehranê li ser dîwarekî çêdikir, bi şêwazek tund hatibû binçavkirin û piştre rêkirin Girtîgeha jinan a Evînê. Ji aliyê liqa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi hinceta du tometên cuda 6 sal cezayê girtîgehê li karîkaturîst Atena Ferqidanî hat birîn.

Parêzerê Karîkaturîst Atena Ferqidanî, Mihemed Moqîmî şêwazê dadgehkirin û cezakirina Atena bi ‘biryarek şanogerî’ bi nav kir.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, di 9’ê Hezîranê de biryara dawî hatiye dayîn. Her wiha di 10’ê Hezîranê de ji hunermenda  Karîkaturîst Atena Ferqidanî û parêzerê wê re hatiye ragihandin ku bi cezayê ‘heqaret li tiştên pîroz kirin’ 5 sal û bi cezayê ‘propagandaya li dijî hikûmetê’ jî salek cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.