50 milyon kes li Rojhilatê Efrîkayê li ber xelayê ne

Digel ku li Rojhilatê Afrîkayê di 48 saniyeyê de kesek ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dide, tenê di du salan de hejmara mirovên bi bêewlehiya giran a xwarinê ji 135 milyonî duqat zêdetir bûye, gihîştiye 276 milyonî.

Navenda Nûçeyan – Digel şerên tên meşandin madeyên bi zirar ên li ser xwezayê tên avêtin,  amûrên kozmetîk ên tên bikaranîn, xazên ku li hewayê belav dibin, li cîhana me guherîn û rixabûna avhewayê bi awayekî bi lez bi pêş dikeve.

Tenê di nava du salan de hejmara kesên bêewlehiya wan a xwarinê heye ji 135 milyonan du qat zêdetir bû, gihîşt 276 milyonê. Ji wan kesan 50 milyon li ber xelayê ne.

Bihayên xurek û sotemeniyê li cîhanî, mîqdarên mezin genim, ceh û rûnê gulberojê dabîn dike ku ji bo xwarina nifûsa li deverên mîna Somalî, Yemen û Lubnanê tê bikaranîn ji ber şer û pevçûnên li Ukraynayê zêde dibin.

Hişyariya aloziya xurekê

Ji hêla Bernameya Xoreka Cîhanî û Rêxistina Çandinî û Xorekê ya NY’yê ve raporek hevpar hat amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku însan li ber asta xelayê ne, pêdiviya wan bi alîkariyê heye û hişyarî hat kirin ku ‘di mehên li pêş de, wê di bêewlehiya xorekê de xirabbûnekê girîng’ pêk were.

Di nav her 48 saniyeyê de kesekî ji ber birçîbûnê jiyana xwe jidest dide

Li ger Efgenistan, Komara Efrîkaya Navîn, Komara Kongo ya Demokratîk, Haiti, Honduras, Sudan û Suriyê; Etiyopya, Nijerya, Başûrê Sudan û Yemen çar welatên ku herî zêde di bin xeteriyê de ne ye.

Ji ber hişkesaliyê tê texmînkirin ku li Rojhilatê Efrîkayê di nav her 48 saniyeyê de kesekî ji ber birçîbûnê jiyana xwe jidest dide. Li hîn heremên Etiyopya û Somaliyê nîv milyon kes bi şertên xelayê re rû bi rû ye û jiyana 350 hezar zarok ji ber kêmxwarinê di xeteriyê de ye. 

4 milyon zarok bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ne

Li Kenyayê 3,5 milyon kes di şertên birçîbûnê de ne, li sê welatên din ev hejmar derdikeve ser 23 milyonan. Ango ji dû qatê hejmara sala berê, zêdetir e. Li herema Sahela Navîn a Efrîkayê 4 milyon zarokên di bin 5 salî de, di hefteyên pêş de bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ne. Li Rojhilatê Efrîkayê ku ev rêje di sala 2015’an de 7 milyon bû, gihişte 27 milyonan û bi aloziya xorekê ya herî xeter a deh salên dawiyê re rû bi rû ye.