5 salên desthilatdariya Talîbanê: Jin di berxwedan û têkoşîna xwe de bi biryar in

Rêxistina Mafên Mirovan a Rawadariyê, bi boneya 5 saliya vegera Talîban bo desthilatê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinan weşand. Rapor eşkere dike ku di van salan de, şert û mercên jiyanê ji bo welatiyan taybetî jinan, bûye qeyran û wêranî.

Navenda Nûçeyan – 5 sal di ser hatina desthilatdariya Talîban a li Efganistanê re derbas bûn. Di vê heyamê de, Talîban jin û jinên ciwan ji mafên jiyanê yên bingehîn bêpar hiştin û rêya jiyanê veguherand şer, qeyran û wêranê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Rawadariyê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên berbelav û sîstematîk, sînordarkirinên tund ên li ser azadiyên bingehîn û zexta li ser jinan, çalakvanên civaka sivîl, rojnamevan û dijberên Talîban berdewam dikin. Daxuyaniyê tekez kir ku tevî hemû zextan, berxwedana sivîl û lêgerîna edaletê hem li hundir û hem jî li derveyî Efganistanê didome.

6 hezar û 929 sivîl hatin kuştin an birîndar kirin

Li gorî daneyên Rawadariyê, di navbera 15’ê Tebaxa 2021’an û 31’ê Kanûna sala 2025’an de, herî kêm 6 hezar û 929 sivîl hatine kuştin an birîndar kirin. Ev hejmar kesên di êrîşên hedefgirtî, gumanbar û bêdadgeh de, kesên di êrîşên bombeyî û xwekujî de, yên bi teqemeniyên ji şer mayî hatine kuştin û kesên di êrîşên leşkerî yên Pakistanê de birîndar bûne, dihewîne.

Dîtinên Rawadariyê her wiha nîşan didin ku herî kêm 399 karmendên hikûmetê yên berê û endamên malbatên wan, ji aliyê Talîban û kesên çekdar ên nenas ve hatine kuştin. Her wiha herî kêm 47 xwepêşander, di nav de 8 jin ji ber organîzekirin an beşdarbûna di xwepêşandanên aştiyane de jiyana xwe ji dest dane.

6 hezar û 43 kes bi awayekî kêfî hatin girtin

Rapor destnîşan dike ku di 5 salên dawî de, herî kêm 6 hezar û 43 welatiyên Efganî, di nav de 78 jinên ku beşdarî xwepêşandanan bûne, bi awayekî neqanûnî û kêfî hatine girtin. Ev girtin bi giranî ji aliyê yekîneyên îstîxbarata Talîban û yekîneya 'Emrê Başî û Qedexekirina Xerabiyê' ve hatine kirin.

Di nav kesên hatine girtin de herî kêm 646 karmendên berê yên hikûmetê û 643 çalakvanên civaka sivîl, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan hene. Hezar û 366 kes jî bi tawanên hevkariya bi komên dijî Talîban re hatine girtin. Her wiha herî kêm 51 girtî di encama îşkenceya giran de li navendên binçavkirina Talîban mirin û 171 kes bi zorê hatin windakirin.

Li aliyê din, dadgehên Talîban bi tohmetên curbecur herî kêm 2 hezar û 423 kes bi cezayên 'neqanûnî, hovane û nemirovane' ceza kirin. Rêxistinê ragihand ku Talîban bi rêbazên wek darvekirinên giştî, qamçîkirin û bêrûmetkirina kesên sûcdar, mirovan ceza dike.

Sînordarkirinên li ser jinan zêde bûne

Rawadarî înkarkirina mafên perwerde û kar ji bo jin û jinên ciwan û dûrxistina wan ji qadên giştî û civakî, wek nîşaneyên sereke yên xirabtirbûna rewşa mafên mirovan a li Efganistanê nirxand.

Rêxistinê pêkanîna "Qanûna Fermankirina Başî û Qedexekirina Xerabiyê" û "Prosedûrên Cezayê" ji aliyê Talîban ve wek pratîkên ku binpêkirinên mafên mirovan zêde dikin, destnîşan kir.

Berxwedana sivîl berdewam dike

Tevî van hemû qedexeyan, Rawadarî tekez kir ku berxwedana sivîl û têkoşîna welatiyên Efganî, bi taybetî jinan ji bo parastina maf û azadiyên xwe yên bingehîn berdewam dike. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Jin, çalakvanên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan, tevî zexta zêde ya Talîban li pey edaletê û belgekirina binpêkirinên mafên mirovan hem li Efganistanê û hem jî li sirgûnê didomin."