5 sal cezayê girtîgehê li Şebnem Huseyînzade hat birîn
Parêzer Reza Şefakhah, da xuyakirin ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve 5 sal cezayê girtîgehê li Şebnem Huseyînzade’ hatiye birîn.
Navenda Nûçeyan- Parêzer Reza Şefakhah, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku Dadgeha Şoreşê ya Tehranê 5 sal cezayê girtîgehê li hevjîna girtiyê siyasî Emîr Huseyîn Musevî yê li Girtîgeha Evînê girtî; Şebnem Huseyînzade, biriye.
Şebnem Huseyînzade, bi hevjînê xwe Emîr Huseyîn Musevî re, li Çîtgerê di meha Kanûna 2024’an de dema ku xwestin ji bo gerê biçin Girava Kiş li balafirgeha Mehrabadê ji aliyê yekîneyên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşa Îslamê ve hatibûn binçavkirin. Hetan niha jî nayê zanîn ku herdu kes bi çi tên sûcdarkirin.