4 sal cezayê girtîgehê ji Wehîde Heqperest re hate birîn

Ligel ku daxwaznameya nexweşiyê dabû dadgehê û parêzerê wê jî amade nebû, cezayê 4 sal û 4 meh girtîgehê li lêkolînera doktorayê Wehîde Heqperest hate birin; Heqperest di merasîma bîranîna parêzerê mafên mirovan Xosrow Alikordî de hatibû girtin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî biryara dadgehê, Wehîde Heqperest  bi sûcdariya "kombûn û lihevkirina veşartî" 3 sal û 7 mehan û ji bo "propagandaya li dijî pergalê" jî 9 mehan cezayê girtîgehê hate birîn.

Danişîna dozê ya Wahîde Heqperest ya di qada veterîner de perwerdeya doktorayê temam kir, di 1’ê Îlonê de bêyî amadebûna wê û parêzerê wê pêk hat. Hate ragihandin ku Wahîde Hakperest ji ber nexweşiyê nekarîbû beşdarî danişînê bibe û daxwaznameyek fermî ji bo guhertina roja dadgehê pêşkêş kiribû.

Wehîde Heqperest  di 12’ê Kanûna 2025’an de di merasîma bîranîna roja heftemîn a parêzer û çalakvanê mafên mirovan Xosrow Alikordî ya li Meşhedê de hatibû binçavkirin û piştî mehekê kefalet hatibû berdan.

Xosrow Alikordî, di şeva 5’ê Kanûna 2025’an de jiyana xwe ji dest dabû. Merasîma cenaze û bîranîna roja heftemîn ê Xosrow Alikordî, bi beşdariyeke berfireh û qîrîna dirûşmên protestoyî derbas bibû. Di dema destwerdana hêzên ewlehiyê ya li merasîma roja heftemîn a li Meşhedê de, herî kêm 27 kes hatibûn binçavkirin.