4’emîn kongra TEV-DEM’ê hat lidarxistin
4’emîn kongra TEV-DEM’ê bin dirûşma “Çanda demokratîk bi saziyên demokratîk bi pêş dikeve” li Rimêlanê hat lidarxistin.
Qamişlo- Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem koalîsyoneke çepgir girêdayî Meclisa Sûriyeya demokratîk e, di heman demê de desteya zagonsaz a Rêveberiya Xewser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye her wiha partiya sereke ya koalîsyona Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ye. Tev-Dem di sala 2011’an de bi armanca rêxistinkirina civaka Sûriyeyê di bin sîstemeke demokratîk de hat damezrandin. Îro di 5’ê Çileya 2022’an de li Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner ya Navçeya Rimêlana girêdayî Bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşma “Çanda demokratîk bi saziyên demokratîk bi pêş dikeve” 4’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem hat lidarxistin.
“Erka me gihîştina asta civaka demokratîk e”
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratî Tev-Dem Zelal Ceger bi van gotinan dest pê kir: “Lidarxistina kongreyeke wiha cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Îro hemû hêzên me ji bo parastina civaka xwe ked didin û xebateke pîroz didin meşandin her wiha civaka me jî ji bo xwedîderketina li şehîdên xwe xwedî seknek e. Em berxwedana Hesekê silav dikin, em bejna xwe li ber kesên ku canê xwe feda kirine ditewînin û em dibêjin ku ew hemû li cem me bi qasî welatekî ne. Dewletên serdest ji bo ku îrdeya me lawaz bikin dixebitin lê gelê me yê ku li pey şervanên azadiyê dimeşe careke din bi hemû pêkhateyên xwe da îsbatkirin ku dikare roleke mezin bide meşandin di berxwedanê de. Beriya 3 salan me kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist û îro jî em 4’emîn kongreya xwe li dar dixin, armanca me jî avakirina civakeke demokratîk e. Rast e îro Rojavayê Kurdisatnê di şerekî re derbas dibe lê ev nayê wateya ku saziyên demokratîk û Rêveberiya Xweser nikare vê civakê bi rengekî baş bi rê ve bibe. Di vê kongreyê de em ê nîqaş bikin û têbikoşin ka çawa em ê bikaribin herêmên xwe yên dagirkirî ji bin destên dewleta tirk a dagirker derxin û rizgar bikin her wiha çawa em ê şoreşa çandî, demokrasî û wekheviyê pêk bînin. Asta ku îro Tev-Dem gihîştiyê gelek baş e ew di saziyên demokratîk de rola xwe dikare bilîze û bêtir bi pêş bixe. Piştî vê kongreyê dê erkên ku li ser milên me ne bikevin bin temînatê.”
“Dê sîstema hundirîn a TEV-DEM’ê were guhertin”
Endama Ofîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokdatîk Tev-Dem Taz Başa der barê vê kongreyê de axivî û got: “Îro kongreya me ya 4’emîn di bin dirûşma “Çanda demokratîk bi saziyên demokratîk bi pêş dikeve” de tê lidarxistin. Di kongerya 3’emîn de sîstema Tev-Demê hat guhertin û bû Saziyên Civaka Sivîl ku yekitî, Ode, Yekitiyên Endezyaran, Yekitiya Kedkaran, Yekitiya Dermansazan, Yekitiya Cotkaran, Yektiya Esnafan û her wiha yekitiyên din jî di bin siya Tev-Demê de dixebitin. Bi rengekî baş ev sazî û yekitî hatin birêxistinkirirn û yên herî bêtir kar û xebat di civakê de dikin, saziyên Tevgera Civaka Demokratîk in, ji bo vê yekê ev kongre girîngiya wê heye. Di vê kongreyê de em ê kar û xebatên 3 salan nîqaş bikin û bikaribin bêtir karên rêxistinî bi pêş bixin di vê rewşa ku em tê re derbas dibin. Saziyên Tevgera Civaka Demokratîk rolek dan meşandin di van rewşên şer de ku îro şerekî li hemberî dagirkeriya dewleta tirk tê maşandin. Di vê kongreyê de sîstemeke nû ji sîstema hundirîn a Tev-Demê re dê were dayîn, di heman demê de dê hevserokên nû werin hilbijartin û endamên nû li Tev-Demê zêde bibin.”
“Civak bi çanda demokratîk bi pêş dikeve”
Taz Başa bal kişand ser girîngiya çanda demokratîk û pêşketina wê bi riya Saziyên Civaka Sivîl û wiha bi dawî kir: “Girîngiya çanda demokratîk heye, ji ber ku civak bi çanda demkratîk bi pêş dikeve û ew esasê wê saziyên demokratîk in, ji bo vê yekê me dirûşma xwe kir “Çanda demokratîk bi saziyên civaka demokratîk bi pêş dikeve.” Di van saziyan de, kar û xebat bi rengekî wekhevî û demokratîk tên meşandin. Hêviya me jî ew e ku ev kongre serkeftî derbas bibe û di demên pêş de bikaribin xwe hîn zêdetir bi pêş bixin û xwedî roleke girîng bin di nav civaka xwe de û xizmeta wê bikin. Di heman demê de em soz didin şehîdên xwe yên ku di oxira parastina civakê û têkbirina hêza terorê DAIŞ’ê de li hesekê canê xwe feda kirin. Em ê riya wan bişpînin û xwedî li xwîna wan derkevin.”