4'ê Nîsanê dê meşa ‘ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve’ bê lidarxistin

Di 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wê bi dirûşma " ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve’ meşek bê li dar xistin. Ji bo şikandina tecrîdê û çareseriya demokratîk û aştiyane banga tevlîbûna meşê hate kirin.

Amed – Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li avahiya MED TUHAD FED'ê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Civîn bi tevlîbûna Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD FED) û nûnerên rêxistinên sivîl hat pêkanîn. Her wiha ji civînê re endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun jî beşdar bû.

'Bi sedan daxwazên hevdîtinê hatin redkirin'

Hevseroka MED TUHAD FED’ê Safiye Akdag ku daxuyaniya hevpar xwend, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û wiha axivî:

“Ev 24 sal in Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Li gel ku bi sedan caran ji aliyê parêzerên wî û malbata wî ve serlêdanên hevdîtinê hatine kirin jî, ev hewldan bêbersiv man. Ji xeynî 25 ê adara 2020’an ku li ser telefonê hevdîtin hate kirin û çendek deqe piştre hate qutkirin, tu agahî jê nehatine girtin.  CPT’yê jî têkildarî hevdîtinê heta niha tu agahî bi raya giştî re parve nekirine. Ev pêkanîn û bêdengiya li hemberî bertekên raya giştî ya demokratîk, li dijî hiquqa neteweyî û navneteweyî, li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne û bi tu awayî nayên qebûlkirin.

‘Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de navê herî bibandor e’

Safiye Akdag dest nîşan kir ku Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de navê herî bibandor e û wiha got: “Rista birêz Ocalan a di derheqê pirsgirêka Kurd de û bandora wî ya li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê baş tê zanîn. Di Newroza 2013 an de bi xwendina nameya wî re bi milyonan kes ber bi qadê ve herikîbûn û nîşan dan ku bi vîna xwe li pey wî ne û li gel rêya ku daye pêşiya gelan de ne. Piştî ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan maseya mûtabeqetê hilweşand, li Tirkiyê û li Kurdistanê pêvajoya herî reşetarî ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin, dest pê kir. Bi awayekî hovane û bênavber polîtîkayên qirêjî, kuştin, îşkence, girtin û bêhiquqîyên li ser gelê kurd, kes û saziyên demokratîk hatin meşandin û ev kiriyar hêj didomin.”

'4'ê Nîsanê li dijî şer bû sembola aştiyê'

Safiye Akdag balkişand ku tevî hemû pêkanînên zextan jî gelê Kurd û derdorên wan li qadên 8'ê Adarê û Newrozê azadiya Ocalan qîriyane û wiha axivî: “Gelê kurd û derdorên azadîxwaz li dijî van hemû pêkanînan, îsal jî hem di 8 ê Adarê de û hem jî di Newrozê de li qadan tecrîda hovane ya li ser birêz Ocalan şermezar kirin û li dijî daxwaza  radestirinê bertekên xwe nîşan dan. Li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê gelê kurd û gelên din herikîn qadan û daxwaza azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên azadiyê kirin û dîsa destnîşan kirin ku navnîşana çareseriya demokratik birêz Abdullah Ocalan e.”

Safiye Akdag dest nîşan kir ku ji aliyê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê yên azadîxwaz ve rojbûna birêz Ocalan anku 4’ê Nîsanê li dijî şer bûye sembola aştiyê, li dijî koletiyê bûye sembola azadiyê û li dijî mêtîngeriyê bûye sembola wekheviyê û wiha got: “Li dijî zextê bû sembola wekheviyê.”

Ber bi Amarayê re meş bê lidarxistin

Safiye Akdag bi bîr xist ku her sal boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî û bernameyên cuda tên lidarxistin, dar tên çandin û ber bi Amarayê ve meş tên lidarxistin, der barê bernameya îsal de van agahiyan da:

“Îsal bi diruşmeya “Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve’ ji daxwaza azadiyê ya hemû gelan hemû bihevra herin Amarayê. Ji bo pêkhatina daxwaza me kurdan û hemû gelên azadîxwaz a herî xwezayî, neteweyî û civakî ya ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan a fizîkî, ji bo şikandina tecrîdê û çareserkirina demokratîk û aştiyane em we vedixwînin meşa Amarayê. Em ê bi hev re, bi têkoşîneke domdar û encamgir tecrîdê bişikînin û azadiya birêz Ocalan a fizîkî û ya hemû dîlgirtiyên azadiyê pêk bînin. Bernameya îsal di navbera 1 û 10 ê nîsanê de çandina daran, li her bajarî plansaziyên pîrozbahiyê û 4’ê Nîsanê jî bi gelemperî meşa ber bi Amarayê pêk tê."

‘Em ê ji bo azadiyê, demokrasiye, jinûveafirandinê bang bikin’

Piştî daxuyaniyê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku Ocalan di her şert û mercan de jî mîsyona xwe ji bo aştiyeke birûmet xerc dike. Aydenîz, axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan ji bo kurdan şexsiyeteke gelemper nîne. Statuya gelê kurd, jiyaneke wekhev, ziman, çand pê xwe rêvebirin e ji bo kurdan. Ez dixwazim bibêjim ku ji bo birêz Ocalan rola xwe ya çareserkirina pirsgirêka gelê kurd, demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn bike, divê azadiya wî ya fîzîkî çêbibe. Ji bo birêz Ocalan û gelê kurd hemû kesan vedixwînim meşa 4’ê nîsanê. Em ê li wir ji bo azadiyê, demokrasiye, jinûveafirandinê bang bikin.”

‘Bêyî Ocalan çareserî û demokrasî nabe’

Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan ne tenê serokê gelê kurd, bi felsefe û paradîgmaya xwe ve serokê Rojhilata Navîn tevahiyê ye. Her wiha rojbûna wî rojbûna gelê kurd e. Bêyî Ocalan pirsgirêka kurd çareser nabe û demokrasî nayê. Em bang li gelê xwe dikin. Em ê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin û li wir peyamekî girîng bidin. Bêyî Ocalan çareserî, demokrasî, azadî û jiyana wekhev nabe.”