38 kesên 1’ê Gulanê hatibûn binçavkirin hatin girtin

Ji 65 kesên di 1’ê Gulanê de li Qada Saraçhane ya Stenbolê hatibûn binçavkirin 38 jê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – 65 kesên 1’ê Gulanê Cejna Karkarên Cîhanê de li Qada Saraçhane ya Stenbolê hatin binçavkirin piştî kontrola tendirûstî duh sewqî Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. 13 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 52 kes bi îdîayên ‘Muxalefeta li dijî Zagona Meşa Xwepêşandan û Cîvînan’, ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘li hemberî erkdaran li ber xwe dan’ bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Derbarê 38 kesan de biryara girtinê hat dayîn. 14 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.