35 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qoserê 35 kesên di êrîşa polîsan de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Navenda Nûçeyan - Piştî pîrozbahiya Newrozê ya duh li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat lidarxistin, polîsan êrîşî ciwanên ku diçûn meşê kirin û 35 kes binçav kirin. 35 kesên ku îfadeya wan li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Qoserê bi dawî bû hatin berdan.

Hate hînbûn ku der barê kesên hatin binçavkirin de bi hincetên “Li dijî qanûna bi hejmara 2911’an a xwepêşandan û meş” û “li hemberî polîsan berxwedan” lêpirsîn daye destpêkirin.