33 partî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan bang kir

33 partiyên siyasî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi daxuyaniyekî hevpar li dijî êrişên dewleta Tirk bang li NY, YE, rêxistinên demokratîk, aştîxwaz, hêzên Kurdistanî û gel kirin.

Navenda Nûçeyan – 33 partiyên siyasî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, li dijî êrişên dewleta Tirk li Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Dîplomasiyê ya li bajarê Qamişlo civînek çapemeniyê li dar xist û daxuyaniyek hevpar dan. Li ser navê partî û rêxistinan Serokê Nivîsgeha Hiqûqî ya Partiya Muhafazakaran Endan Izo daxuyaniya hevpar xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Rejîma Tirk rastiya feraseta xwe ya faşîst bi dijminahiya edalet, mafên gelan û binpêkirina serweriya dewletan a ku bi peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine diyarkirin, nîşan dide.

Hewldanên demokratîk li dijî berjewendiyên xwe dibîne, lewma qebûl nake. Dema li hemberî îradeya gel têk diçe jî, berê xwe dide êrişan.

‘Dibe sedema sereke ya bê aramiya li herêmê’

Rejîma Tirkiyeyê bi dagirkeriya ku bi piştgiriya komên terorîst pêk tîne û di nava gelan de belavkirina şer û nefrete, her wiha binpekirina serweriya dewletan û avakirina qeyranên navxweyî re, dibe sedema sereke ya bê aramiya li herêmê.

Rejîma Tirkiyeyê beriya artêşê çapemeniya xwe çekdar kiriye û niha jî bi hinceta şerê dijî gerîlayên ku li Herêmên Parastina Medya gelê Kurd diparêzin, her wiha bi hinceta herêma bi ewle ya sînorê Tirkiye-Iraqê, dest bi êrişek nû kiriye û serweriya Iraq-Herêma Kurdistanê binpê dike.

‘Çekên di qada navnetewî de hatine qedexekirin bikar tîne’ 

Ev rejîma faşîst ji bo ku doza gelê Kurd a bidestxistina mafê xwe bidawî bike, komkujiyên herî mezin pêk tîne, çekên di qada navnetewî de hatine qedexekirin bikar tîne. 

Bi hemû hêza xwe hewl dide ku hêzên Kurd bikişîne nava êrişên xwe yên dijî gerîla, şerê Kurd bi Kurd derxîne.

Banga dawî anîna êrişên dewleta Tirk

Em weke partiyên siyasî û rêxistinên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî yên li Rojavayê Kurdistan û Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê van êrişên hovane bi tundî şermezar dikin. Em bang li NY, Yekîtiya Ewropayê (YE), hemû welat û hêzên aştîxwaz, demokrasîxwaz dikin ku pêşiya êrişên Tirkiyeyê yên li ser gele me bigirin û pirsgirêka Kurd bi rengî demokratîk û adilane çareser bikin. Em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku dijî gerîla nekevin nava êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

Em bang li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku van êrişan red bikin nekevin nava şer û dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser axa xwe li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê gilî bikin. Em bang li gelê xwe li her derê dikin ku bi awayekî girseyî bikevin nava liv û tevger, zextê li raya giştî ya cîhanê bikin da ku êrişên dewleta Tirk ên li her derekê bidin rawestandin.”