“324 roj in em diqîrin, gelo ev edalet wê kengî bê?”

Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya "Edaletê" didomîne, wiha got: “ 324 roj in em diqîrin, gelo ev edalet wê kengî bê? Yên li hemberî vê zilmê bêdeng dimînin wê winda bikin."

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 324’an de berdewam dike. Wesayîta malbatê ya ku ji bo xwe bigihîne cihê nobetê ji Pirsûsê bi rê ketibû, li herêma pîşesaziya organîze ya ku 20 kîlometre dûrî Rihayê ye xera bû. Ferît Şenyaşar ê ku wesayîteke din hat ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe da destpêkirin. 
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: "324 roj in em diqîrin, gelo ev edalet wê kengî bê? Yên li hemberî vê zilmê bêdeng dimînin wê winda bikin."