300 serlêdan li masa kirîzê ya Amedê hat kirin

Li Amedê qerebalixiya dengdanê berdewam dike, li dijî sextekariyan nêzî 300 serlêdan li masa kirîzê hate kirin. Seroka Şaredariya Yenîşehîrê ku li cihê wê qayum hat tayînkirin Belgîn Laçîn Diken got; “Divê em xwedî li îrade û dengên xwe derbikevin.”

Amed - Kar û barê hilbijartina tura 2’emîn ya serokkomariyê berdewam dike, qelebalixiya ku ji saetên serê sibehê destpêkirî berdewam dike. Li bajar heta niha li dijî 100 sextekariyên ku hatin tespitkirin îtiraz çêbûn. Derbarê nelirêtiyan de 300 serlêdan li masa krîzê hat kirin ku parêzerên Baroya Amedê û Komeleya Hiquqê ya ji bo Azadiyê tê de cih digrin. Rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê diçin dibîstanan nelirêtiyên ku tên kirin li cihê wê tespit dikin.

‘Hemwelatiyên ku deng bi kar ne anîne, bila dengên xwe bidin’

 Seroka Şaredariya Yenîşehrê ku li cihê wê qayum hatî dayîn Belgîn Laçîn Diken di saetên siharê de bi koma gerok ya ku li dibîstanan digerin rewşê tespit dikin de cih digre, çavdêriyên xwe yê derbarê hilbijartin de wiha anî ziman û bang kir ku hemwlatiyên ku heta niha dengên xwe nedane, biçin ser sindoqan dengê xwe bidin.

Belgîn Laçîn da zanîn ku sextekariyên ku li cihê wê tespit dikin û mudaxale dikin û wiha got: “Ji bo em vê tarîtiyê biguherin, divê hemwelatiyên me yên ku dengên xwe nedane biçin ser sindoqan. Hemû hemwelatiyên ku deng nedane bila deng bidin. Em dibîstan dibîstan digerin em bi endamên partiya xwe re hevdîtin dikin ji bo niha li bajar pirsgirêkek cidî nine. Hevalên me yên erkdarên sindoqan dema ku rewşek derdikeve di cih de mudaxele dikin. Bila gelê me weke hilbijartina yekem biçin ser sindoqan îradeya xwe derbixin holê. Piştî saet 17:00’an dema ku sindoq hatin girtin, bila herkes biçe ser sindoqa ku deng bi karaniye temaşeyî hilbijartinê bikin. Di destê me de ye em li deng û îradeya xwe derbikevin.”

 ‘Me nêzî 300 ixbar girt’

Parêzer Gîzem Miran di masaya kirîzê de cih digre da zanîn ku ji serê sibehê heta niha ji derveyî sextekariyan, daxwaza rêza agahdariyê jî di nav de nêzî 500 telefon hatine, hemwelatî di sindoqên ku deng dane de ew bê mafiyên ku ditîne ji masaya kirîzê re gotine û got: “Heta niha me 300 gilî girtine. Hemwelatî bi hişmendiyek cidî ixbarên ku ditine jimere radigihînin. Îxbarên bi karanîna dengên giştî û muşahîdên zarokên ku di bin 18 salî de digrin û di wê kêliyê de me mudaxele kir. Car din di dema bi karanîna dengan de me erkdarek yên sindoqan ku dimen dikêşa îtiraz kir. Niha jî em girtina serlêdanan berdewam dikin. Li gor rêjeya hilbijatina din serlêdan zêdetir e. Her îxbara ku tê em di wê kêliyê de mudaxele dikin, em parêzeran rêdikin dibîstanan.”