3 rojnameger ji aliyê PDK’ê ve hatin binçavkirin

Ajansa Medyayê ya Zoom ragihand ku nûçegihana wan Hejîn Fetah, kameraman û ajokarê pê re hatine biçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Ji ber bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ku hewl dide hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike, niha jî PDK rê li her rojnameger û welatiyan digre da ku êrişan neşopînin û helwesta xwe nîşan nedin. Dezgeha çapemeniyê ya Zoom ragihand ku asayişa PDK’ê li navçeya Amêdiyê ji ber deşîfrekirina êrişên dewleta Tirk çend rojnamegerên dezgeha wan binçav kirine.

Ji ber ku operasyona dewleta Tirk ragihandin hatin binçavkirin

Koma rojnamegerên dezgeha çapemeniyê Zoom ku ji nûçegihan Hejîn Fetah, kameramanê wê û ajokarê wesayîda wan pêk dihat, dema ku operasyona dewleta Tirk li navçeya bajarê Amêdiyê dişopandin ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Di vê der barê de dezgeha çapemeniyê Zoom ragihand ku asayîşa PDK’ê sê rojnamegerên kanala wan bi tawanê ragihandina dagirkeriya artêşa Tirk li Amêdiyê binçav kiriye.

Navenda Metro ya Parastina Rojnamegeran der barê binçavkirina wan de wiha got: “Destên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rojnamegeran dirêj e lê ji bo kujer û berpirsên ku gendeliyê dikin kurt e.”