3’emîn konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê hat lidarxistin

Di 10’ê Sibatê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “pêkanîna edaleta civakî misogerî û mayîndekirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk e” 3’emîn konfransa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cezîrê hat lidarxistin.

Qamişlo- Konferansa ku li Navenda Muhemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “pêkanîna edaleta civakî misogerî û mayîndekirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk e” 3’emîn konfransa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê hat lidarxistin. Di konfaransê de, hemû delegeyên Meclisa edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê, Kongreya Star, Yekitiya Rewşenbîr û nivîskaran, partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Têkiliyên Giştî ya Asayîşê, Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem, Kongra Îslama Demokratîk û hemû saziyên jin amade bûn. 
“Sîstema me li dijî qirkirinê ye, ji bo wê êrîş li ser me pêk tên”
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziya Mihemed got ku sîstema me rast e ji bo wê êrîş li ser me tên kirin her wiha da zanîn ku dê ev xebat bibe bingeha serkeftina civakê û mafê jinan û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em vê konfransê li tevahî şehîd û malbatên şehîdan pîroz dikin. Me ji edaletê dest pê kir û em dikaribûn li cîhanê bi tevahî bibin mînak, ev sîstema Neteweya Demokratîk ku me bi tevahî pêkhate û rêxistinên siyasî û civakî ava kiriye dewletên cîhanê nikaribûn wê ava bikin. Dema êrîş li ser me tên meşandin em wê demê dizanin ku sîstema me rast e û li dijî sîstemên desthilatdar, sîtemên ku mafên mirovan binpê dikin û li dijî berjewendiyên şexsî ye. Ji bo vê yekê pêwîst ku ev kar xurt bibe û rastiya wê di nav civakê de bê avakirin. Dema ku şoreşê dest pê kir, Komîteya Lihevanînê ya ji 5 kesan dikaribû bi derfetên kêm bêyî dadgeh û qanûnan, dozên ku bi salan li dadgehên rejîmê hatibûn xitimandin çareser bike û sulhê di nav ferdên malbat û civakê de çêbike. Ev xebata ku tê kirin dê bibe bingeha serkeftina civaka me û bi taybetî di milê edalet û parastina mafên jinan de.”
Armanc û xalên nîqaşkirina konferansê
Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Berekat armanc û xalên nîqaşkirina konfransê wiha anî li ser ziman: “îro 3’emîn konfaransa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê tê lidarxistin. Armanca lidarxistina vê konfaransê nirxandina kar û xebatên saziyên edaletê di van 3 salên borî de her wiha derxistina plansazî û biryarên lazim ji bo pêşxistina sîstema saziyên edaletê li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê. Di dawiya vê konfransê de dê hevserokên nû werin hilbijartin ji bo du salan û di heman demê de endamên nû werin hilbijartin.”
“Jin roleke girîng ji bo bidestxistina edelata civakî dilîzin”
Rîma Berekat da zanîn ku jin roleke xwe ya girîng di nav saziyên Meclisa Edaleta Civakî de dilîzin û wiha bi dawî kir: “Jin roleke xwe ya girîng di saziyên Edaleta Civakî de dimeşînin û bi taybetî di Dûra Jin û Komîteyên Lihevanînê de ku her dem ji bo bidestxistina edaleteke civakî û parastina mafên jin dixebitin û çareserekirina pirsgirkêkên malbatî bêyî ku doz bigihîje dadgehê. Her wiha rola xwe di girtina biryarên girîng ji bo edaleta jin di dadgeh û dîwanên edaletê de ji bo bidestxistina mafê wê, di heman demê de derxistina qanûnên girêdayî bi mafê jin û avakirina pirojyên ku dikevin di bin xizmeta wê.”
“Esasê civaka demokratîk edalet e”
Rêveberiya Mala Jin a bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şukriya Huseyn destnîşan kir ku esasê civaka demokratîk edalet e û ji bo bidestxistina vê edaletê kar û xebatekî baş tê xwestin û wiha pêde çû: “Jin di demên berê de mafê wê xwaribû û edalet ji bo nedihat pêkanîn lê belê di roja me ya îro de em dibînin ku bi hezaran jinên di saziyên edaletê de cihê xwe digrin û ji bo pêkanîna edaleteke civakî û demokratîk têdikoşin û tên hilbijartin ji bo rêveberiya saziyên edaletê li Herêma Cizîrê. Esasê civaka demokratîk edalet e, ji bo vê yekê pêwîst e her kes bi wijdan û edalet bixebite û bijî. Ev gavên pîroz serkeftineke ji bo me wekî jin û hêviya min jî ew e ku bi rengekî baş û serkeftî  û biryarên ku bikevin xizmeta mafên jin û civakê ev konfrans bi dawî bibe.”