26 rêxistinan ji bo betalkirina cezayê darvekirinê bang kirin

26 rêxistinên mafên mirovan banga betalkirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn kirin û diyar kirin ku cezayê darvekirinê binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e.

Navenda Nûçeyan- Li gorî agahiyên ku çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê dane, 26 rêxistinên mafên mirovan bi daxuyaniyek hevbeş banga betalkirina cezayê darvekirinê yê li çalakvan Pexşan Ezîzî hatiye birîn kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de bang li saziyên navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî hat kirin ku demildest li dijî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, nerazîbûnê nîşan bidin û gavên pêwîst bavêjin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha Tebaxê ya 2024’an de çalakvan Pexşan Ezîzî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin. Piştre jî ji aliyê dadgeha Tehranê ve bi sedema tevli şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.