24 rojnamegerên li Îranê hatin binçavkirin hêj di girtîgehê de ne

Li Îranê rojnamevanên ku di demên xwepêşandanan de hatin girtin lêjneya komîte û rêveberiyê da zanîn ku 24’ kes hîna girtî ne û ji bo rojnamevanên hatine girtin were berden wê bikevin nava têkiliyan.

Navenda Nûçeyan - Serhildanên li Îranê li rûxmê hemû zextan berdewam dike, ji roja ku serhildan destpêkirî heta niha bi dehan rojnamevan hatine girtin, hinek ji wan bi kefaletê hatin berdan. Lêjneya Komîte û Rêveberiyê ji bo rewşa rojnamevanên girtî bişopîne, der barê rewşa wan de lîsteyek amade kir. Li gor raporan ji destpêka xwepêşandanan heta niha ji rojnamevanên ku hatine girtin hîna 24 rojnamevan di girtîgehê de ne.

Ji bo rojnamevanên girtî wê temas berdewam bikin

Li gora rapora Lîjneya Komîte û Rêveberiyê, ji destpêka xwepêşandanan heta niha nêzî 100 rojnamevan hatine girtin, hinek ji wan bi kefaletê hatin berdan.

Di raporê de wiha hate gotin: “Der barê rojnavanên girtî ji bo zayariyek rast were girtin em di nava temasan de ne, xebatên me yên der barê berdana van rojnamevanan de berdewam dike em bi rayedaran re di nava têkiliyan de ne.”

Navê rojnamevanên ku niha di girtîgehê de ne wiha ne: Niloufar Hamidi, Elaha Mohammadi, Yada Rabbani, Farkhunda Assyrian, Farzana Yahya Abadi, Maliha Derki, Maral Dravrin, Nasim Sultan Beji, Malika Hashemi, Saeeda Shafi, Mehrnoush Zare Hanziki.