“21’ê Adarê cejna azadî û serkeftinê ye”

Jinên Qamişlo amadekariyên xwe yên ji bo Newrozê didomînin û dibêjin ku Cejna Newrozê ji bo wan xilasiya ji zilmê û pêxistina agirê azadiyê ye. Her wiha destnîşan kirin ku bi cil û bergên kurdî pêşwazîkirina 21’ê Adarê kêfxweşiya wan mezintir dike.

Qamişlo- 21’ê Adarê bi kêfxweşiyeke mezin tê pêşwazîkirin û gelek amadekarî ji bo wê tên kirin mîna dirûtina cil û bergên gelerî, komên stran û dîlanan. Her wiha di şeva Newrozê de li seranserî kolan, tax, bajar û herêmên kurdistanê agirê Newrozê tê vêxistin. Jinên ji bajarê Qamişlo hestên xwe bi me re parve kirin.

“Agirê azadiyê nayê vemirandin”

Delal Bedûr ji bajarê Qamişlo hestên xwe yê derbarê Newrozê û wateya vê rojê ji bo tevahî gelê kurd wiha parve kir: “ Berî şoreşa Rojavayê Kurdisatanê, pîrozkirina Newrozê qedexe bû, bi tirs û dizî dihat pêşwazîkirin. Her sal di şeva wê de jin û mêr dihatin şehîdxistin û binçavkirin. Ev yek jî bi armanca tirsandina milet bû, da ku ev roj neyê pîrozkirin. Wekî jin û gelê kurd me gelek berxwedanî kir heta ku em gihiştin vê demê ku êdî her kes bi rehetî Cejna Newrozê pîroz dike û her sal ji sala borî coşa wê mezintir dibe. Wateya 21’ê Adarê ji bo me wekî gelê kurd pir kûr û pîroz e. Ji ber ku di vê rojê de li ser destê lehengê kurd Kawayê Hesinkar zilm bi dawî bû û serkeftina qenciyê ronî da. Em jî bi rihê kawayan û mezlûman ên ku agir ji bo azadiya me vêxistin, li ber xwe didin, êvara Newrozê agirê xwe pêdixin û em dibêjin ku tu car agirê azadiyê venamire. Ji ber ku em miletekî zilm û zordariyê qebûl nakin. Ez 21’ê Adarê Cejna Newrozê li Serok Apo, şervanên azadiyê û hemû miletê kurd pîroz dikim.”

Amadekariyên Newrozê

Hinûf Mehmûd bi temenê xwe 50 salî ye ji bajarê Qamişlo ye, daketiyê bazarê da ku cil û bergên kurdî amade bike û pê Newroza 2022’an pîroz bike dibêje: “Em amadekariya Newrozê dikin, ez daketime bazarê ji bo cil û bergên kurdî bikirim. Cil û bergên kurdî ne bi munasebetên taybet wekî Newrozê ve girêdayî ne, cil û berg çanda dê û dapîrên me ne. Tevî derbasbûna van salan jî û guhertina çand û sîstema jiyanê, dîsa jî çanda me nehatiye wendakirin û ji demên berê zedetir cilên gelêrî û bi taybet di cejna Newrozê de tên lixwekirin. Rêjeya jin û xortan li ser dukanên caw bêtir dibe di meha Adarê de, her cureyên caw bi buhayekî baş peyda dibe. Gelek rengên lixwekirina cil û bergên kurdî hene mîna kiras û xeftan, cilab, êlek, kember û hwd hene û her mirovek li gorî kêfa xwe hildibijêre.”