2’yemîn Konferansa Meclîsa Jin a Yekîtiya Şaredariyan dawî bû

2’yemîn Konferansa Meclîsa Jin a Yekîtiya Şaredariyên bi dawî bû. Yek ji pêşniyarên herî girîng jî xebatên li ser bingeha Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk û xurtkirina têkiliya di navbera komîn û şaredariyan de bû.

Hesekê – 2’emîn Konferansa Meclîsa Jin a Yekîtiya Şaredariyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi diruşmeya "Jina komînal misogeriya avakirina şaredariyên demokratîk e" bi 200 delegeyan hate lidarxistin, bi rêzê pêşniyaran bi dawî bû.

Xebatên konferansê, xwendina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî pergala demokratîk a şaredariyan berdewam kir. Piştre der barê xebatên Meclîsa Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînevizyonek hate pêşkêşkirin. Dûvre rapora salane ya meclîsê hate xwendin. Di raporê de hate destnîşan kirin ku gava jinan a destnîşankirina namzetên xwe ji bo hevşaredariyê, li seranserê cîhanê yek ji gavên pêşeng e û hate diyar kirin ku di hilbijartinên encûmenên herêmî yên piştre hatine lidarxistin de, rêjeya temsîliyeta jinan ji sedî 50 bû.

Xalên girîng ên rapora salane

Di raporê de hate destnîşan kirin ku pergala hevşaredariyê bi awayekî herî bibandor di şaredariyan de tê bicîhanîn û ev pergal di parastina mafên jinan û zêdekirina beşdariya jinan a di pêvajoyên biryargirtinê de serkeftî ye. Hate destnîşan kirin li şaredariyên ku jin erka hevşaredar pêktînin, xebat bi awayekî baştir û li gorî rêziknameyan tê meşandin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku piştî Konferansa Şaredariyên Jinan a ewil ya sala 2016’an, di xebatên jinan ên şaredariyan de pêşketinên girîng hatin jiyîn û ev konferans di avakirina pergalek taybet a ji bo jinan de xala werçerxê ye.

Di heman demê de di raporê de hate diyar kirin ku hilbijartinên xwecihî yên di bin pêşengtiya Kongre Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya hate pêkanîn de, ji bo xebat meşandina jinan a bi awayekî hê çalaktir têkariyek mezin e; avakirina meclîs û berdevkên jinan, bandorê li pêvajoyên rêxistinî û biryargirtinê jî kir.

Di konferansê de, xebatên Meclîsa Jinan jî hate nîqaşkirin. Hate destnîşan kirin ku divê biryarên der barê xizmetguzariyên mîna av, elektrîk, rê, paqijî û plansaziya bajar de li ser bingeha nêrînên civakê bên girtin. Her wiha di mijarên xizmetên ji bo jinan, piştgiriya civakî û zanekirinê de jî pêşniyar hatin pêşkêş kirin.

Di konferansê de têkildarî rêxistinên jinan ên li şaredariyan û Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk 3 rêzikname hatin xwendin. Der barê prensîb, armanc û dirûşmeyên de nîqaş hatin kirin û hin bendan li gorî armancên meclîsê hatin nûjên kirin.

Konferans bi van pêşniyaran bi dawî bû:

* Pejirandina 3 rêziknameyên tekildarî Meclîsên Jinan ên li şaredariyan.

* Têkoşîna mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan

* Xebatên li ser bingeha Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk û xurtkirina têkiliya di navbera komîn û şaredariyan de.

* Domandina bernameya Meclîsên Jinan a li ser asta parêzgeh, navçe û herêmê

* Domandina kampanyayên dilxwaz ên bi gel re

* Danasîna rêziknameyên navxweyî yên Meclîsa Jinan û domandina civînên giştî ên bi armanca nîqaşkirina projeyên jinan

* Domandina kampanyayên paqijkirin û çandina daran a li navçe û herêman

* Li hemû beşên şaredariyê, ji bo jinan vekirina dewreyên perwerdehiya îdeolojîk û pîşeyî

* Di mijarê xebat û projeyên jinan ên li şaredariyan de bikaranîna medyaya dîjîtal a bi bandortir

* Xurtkirina têkiliyên di navbera Meclîsên Jinan ên li hemû şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û bi şaredarî û welatên dost ên cîhanê re  zindîkirina dostaniyê û pêkanîna hevpeymanan.