2’emîn Kongreya Meclisa Jinên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê dawî bû

Meclisa Jinên Sûriyeyê îro li bajarê Helebê kongreya xwe ya 2'emîn li dar xistibû bi daxuyaniyekê dawî bû. Di daxuyaniyê de li ser xebatên pêşerojê û yekîtiya jinan bal hat kişandin.

Heleb- Kongreya 2’emîn a Meclisa Jinên Sûriyeyê ku bi diruşmeya "Di Sûriyeke ne navendî û yekgirtî de, bi yekîtiya jinan em ê dawî li şer bînin û aşîtiyê ava bikin" di seatên sibehê de îro dest bi xebatên kongreyê kir û bi daxuyaniyekê dawî kirin. Kongre li hola Cizîrê ya bajarê Helebê hate lidarxistin.

Di nava kongreyê de sîstema hundirîn a Meclisa Jinên Sûriyeyê ji aliyê endama Meclisê Cûheyne Miso ve hate xwendin. Piştre hilbijartinên Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê çêbû, tê de Rîhab Ibrahîm ji pêkhateya Ereb, Fenar Îsa ji pêkhateya Siryan û Gulan Silêman ji pêkhateya Kurdî weke koordîsnasyonên giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê hatin erkdar kirin.

Kongre bi daxuyaniyekê hate dawîkirin.

 Daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Meclisê Rîhab Îbrahîm ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de herî zêde li ser kar û xebatên meclisê ên wekî têkiliyên xwe bi hemû jinên cîhanê re xurtkirin, xortkirina asta perwerdeya jinan û rêxistinkirina wan, ji jinan re peydekirina derfetên kar ji jinan re, semînerên zanistî û li dijî tundiyê zanekirina jinan hate hate balkişandin.

‘Armanc çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye’

Ji bo naskirina armanc û naveroka kongreyê Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Gulan Silêman bi me re axivî û got: "Em 3 jin wek koordînasyon hatin erkdar kirin û em ê xwedî li erka xwe jî derkevin. Armanca me ji darxistina vê kongreyê ew bû ku hemû jin di Sûriyeyê de û bi pêkhateyên xwe çareseriyekê ji pirsgirêkên civakê re peyda bikin û bi rengê jinê ev alozî bi dawî bibe. Her wiha armanca me ewe ku hemû jinên ji welat û dervayî welat xwe bi rêxistin û perwerde bikin da ku em civakek azad ava bikin. Aramanca me sereke ji kongreyê ew e ku jin bibe pêşengê civakê. Gelek biryar di kongreyê de hatin dayîn yek jê biryara yekîtiya jinan bi hemû mezheb, pêkhate û olan xort bikin û yekîtiya xwe berdewam bikin. Yekîtiya jinan wê bibe çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û ev kongre li hemû jinan pîroz dikin."

Kongra bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" dawî bû.