18 hezar koçberên Lubnanî koçî Iraqê kirine
Berdevkê Desteya Deriyên Sînor yên Iraqê ragihand ku ji meha Îlonê ve 18 hezar koçberên Lubnanî gihiştine Iraqê.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241110-20241110-l-200-yawary-lwbnany-gysht-dyal-750x430-1-jpgba4778-image-jpgcac22c-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Berdevkê Desteya Deriyên Sînor yên Iraqê Eladîn Qeysî der barê hejmara koçberên Lubnanî yên berê xwe dane Iraqê, daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê; ji 27’ê Îlona îsal heya niha, 18 hezar Lubnanî gihiştine Iraqê.
Herwiha hate gotin ku Iraq pêşwazî li koçberên Lubnanî dike û hewldanên divî warî de berdewam dikin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ji ber êrişên Îsraîl yên li ser Lubnanê, bi hezaran kes ji Lubnanê koçber dibin.