12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Saada Khaderzadeh hat birîn

Daraza Îranê, ji girtiya siyasî ya Kurd Siyasetmedara Kurd Saada Khaderzadeh re 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zextên li ser jinan didome, li girtîgehên Îranê bi dehan jinên siyasetmedar hene ku armanca var girtinan, tepisandina daxwazên wan ên azadî û maf in. Li gorî çavkaniyê ragihandinê, 6’ê Îlonê 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li siyasetmedara Kurd Saada Khaderzadeh ya li Girtîgeha Jinan a Navendî ya Urmiyê girtî ye, hate birîn.

Saada Khaderzade ji 1’ê Gulanê ve bêyî pêşkêşkirina belgeyeke adlî hat girtin û sewqî qawîşa jinan ya Girtîgeha Urmiyê hat kirin, di vê pêvajoyê de ji ber ku sedema girtina wê nay zanîn çend caran dest bi greva birçîbûnê kir û rayedaran li dijî berdana wê bi kefalet derketin.

 

Saada Khaderzadeh bi sûcê “alîkarî dayîna kuştina endamekî Muhafizên Şoreşa Îslamî û li dijî hikûmeta Îranê endambûna partiyeke Kurdî” hat mehkûmkirin.