12’emîn Konferansa HDK’ê bi dawî bû

12’emîn Konferansa Jinan a Giştî ya Meclisa Jinan a HDK’ê ku li Stenbolê hatibû lidarxistin bi dawî bû. Di lîsteya giştî ya meclisê de 51 jinan cihê xwe girtin.

Stembol- Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma "Serhildana me li dijî desthilatdariya mêr, israra me ji bo jiyana wekhev û azad e" Konferansa xwe ya 12'emîn li Eywana Labella li dar xistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan, Pervîn Buldan, Berdevka meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, parlamenter Pero Dundar û Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), jinên Elewî û gelek nûnerên rêxistinên jinan beşdarî konferansê bûn.

Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hat berzkirin

Piştî axaftinên berdevka HDK’ê Esengul Demîr, hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û nûnerên partiyan, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Di konferansê de piştî rewşa siyasî hat nirxandin, rapora xebatan hat xwendin. Piştî xwendina raporên xebatan, jinan li ber stranên Kurdî govend gerandin û bi yek dengî dirûşma ‘Jin jIyan Azadî’ berz kirin.

 Jin li ser biryarên hevbeş li hev hatin

Piştî axaftinan pêşnûmeya biryarê hat xwendin. Biryarên ku hatin girtin pêşkêşî dengdanê kirin û jinan li ser biryarên ku girtine li hev kirin. Paşê danezana encamê hat xwendin û berpêşî dengdayînê hat kirin. Di konferansê de di lîsteya meclisa giştî de 51 jinan cihê xwe girtin.

Konfarans bi wênekêşana tevahî jinan bi hev re bi dawî bû.