109 sal li ser komkujiyê derbas bû: Divê hesab bê xwestin

Yekitiya Jinên Ermen û Meclisa Civaka Ermen, 109’emîn salvegera Komkujiya Ermenan bi merasîmek bi bîr anîn û xwestin ji ber Qirkirina Ermeniyan hesab were xwestin.

Hesekê – 109 sal li ser Komkujiya Ermeniyan pêk anî derbas bû. Di 24`ê Nîsana 1915`an de, dewleta Osmanî sûcekî mezin di dîroka mirovahiyê de kir. Di encamê de milyonek û nîv Ermen bi biryara sultanê Osmanî Abdulhemîdê Duyemîn hatin qetilkirin.

Yekitiya Jinên Ermen û Meclisa Civaka Ermenî 109’emîn salvegera komkujiya Ermeniyan bi merasîmekê li Hola Serdem a bajarê Hesekê bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de nûnerên Rêveberiya Xweser, hevserokên Meclisa Civaka Demokratîk, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê, eşîrên Ereban û pêkhateyên herêmê amade bûn

‘Rêxistinkirina gelê Ermen bersiva planên qirkirinê ye’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, rêvebera Meclisa Civaka Ermenî Arêf Qesebiyan teqez kir ku gelê Ermen komkujiya 1915’an ji bîr nake û wiha got: “Dewleta Tirk xwedî dîrokeke tijî komkujî û binpêkirinên dermirovî yên li dijî gelan e û vê yekê hê jî didomîne. Li hemberî neteweyan komkujiyên qirkirinê pêk hatine. Hemû jî ji bo berjewendiyên hêzên desthilatdar in. Ev siyaset ji dîrokê ve heya roja îro berdewam dike. Komkujiyên ku bi serê gelê Êzidî, Suryan, Ereb, Kurd, Ermen ve hatine hemû jî ji heman siyasetê çêbûne lê her carê bi nav û rûyên cuda. Em wekî gelê Ermen rastî komkujiyek wiha hatin ku heya roja îro jî gelê Ermen winda ye. Piştî şoreşa Rojava û bi saya fikir û felsefeya rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan em îro careke din zindî dibin û Ermeniyên windayî kom dibin. Ev bersivek ji bo dewleta tirk a dagirker e ku em êdî komkujiyan qebûl nakin û em ê xwe birêxistin bikin, biparêzin û hebûna xwe zindî bikin. Dîroka bav û kalên me bi xwîn û komkujiyan dagirtî bû, dijminê duh dijminê îro ye jî.”

‘Hêzên hegemon xwe li ser qirkirina gelan didin avakirin’

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Xerîb Hiso jî da zanîn ku hêzên hegemon xwe li ser qirkirina gelan didin avakirin û wiha axaftina xwe domand: “109 sal derbas dibin bêyî ku hesab ji faşîzma Tirkiyeyê were xwestin. Wê demê bi destên Osmaniyan komkujiyek li ser gelê Ermen pêk hat, encamê de milyon û nîv kesan jiyana xwe ji des dan. Ger hesab bihata xwestin dê komkujiya Şengal, Til Refat û bi dehan ên din çênebûna lê bêdengî plan û komployek dide nîşandan. Li hemberî van planan rêxistinbûn bersivek e. Gelê Ermen îro careke din bi pergala neteweya demokratîk xwe kom dike û xwedî li ziman, çand û hebûna xwe derdikeve.”

Merasîm bi pêşkêşkirina lîstika şanoyê ya bi navê “Dadgeha Wijdan” bi dawî bû.