10’emîn Pakêta Darazê: Newekheviyê dubare û kûrtir dike

Parêzer Several Ballikaya diyar kir ku 10’emîn Pakêta Darazê ji tu alî ve ji daxwazên civakê re nabe bersiv û got: “Ger edalet tunebe, baweriya ku dê edalet çêbibe jî tunebe, li welatek derfeta çêbûna aştiya civakî tuneye.”

SERPÎL SAVUMLU

Stenbol- 10’emîn Pakêta Darazê, tevî hemû nerazîbûnan jî bi dengên AKP û MHP’ê di Komîsyona Edaletê de hat pejirandin. Pakêta ku bi dengên AKP û MHP’ê di komîsyonê de hat pejirandin, weke perçeyek pêvajoya çareseriyê dihat dîtin û ji vî alî ve di civakê de bendewarî hebûn. 10’emîn Pakêta Darazê dema ku hat rojevê, hem ji bo ji bendewariyan re bibe bersiv, hem jî di aliyê pêdiviyên civakî de bû sedema nîqaşan.

Piştî ku bendên di Pakêta Darazê de eşkere bûn, nerazîbûnên “ji bendewariyan re nabe bersiv” zêde bûn. Bi taybetî ji ku ber ku derbarê girtiyên nexweş de tu guherînek tunebû, rastî bertekek mezin hat.

Endama Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Parêzer Several Ballikaya li ser hûrgiliyên pakêtê ji ajansa me re axivî.

‘Ji pêdiviyan re nabe bersiv’

Several Ballikaya bi gotinên; “Mixabin hem nirxandina me ya beriya komîsyonê, hem jî piştî komîsyonê wekî ku me got, pakên ji bendewariyan dûr e, di xaleke ku ji pêdiviyan re bibe bersiv de nîne” dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku gotina “Sedsala edaletê, sedsala Tirkiyeyê” di metnê de cîh negirtiye û got ku di hinek sûcan de ber bi cezayê giran ve çûne, ji bo girtiyên edlî guherîn çêbûne lê ji bo girtiyên siyasî tu guherîn çênebûne.

Zêdekirina cezayan

Several Ballikaya bal kişand ku ji bo di civakê de pêşî li raperînê veke, pênaseya çalakiyên bi tundî hatiye kirin, bi vê pênaseyê behsa tundiya li ser jinan jî hatiye kirin û wiha domand: “Aşkera nehatiye gotin, lê ji nivîsandina metnê wisa tê famkirin. Ji bo vê yekê ji bo di civakê de nexweşiyek bi dawî bibe yan jî pêşî lê bê girtin, tê gotin ku di hinek cezayan de guherîn hatine kirin. Ji bo çalakiyên birîndarkirin, bi giranî birîndarkirin, an jî yên ku di trafîkê de bûne sedema birîndariyê, ceza hatine girankirin. Di vir de jî pirsgirêkeke bingehîn a mantiqê heye.” Several Ballikaya, got ku pakêt bi nêrîn û feraseta ku dema ceza giran bibin dê ev rewş sererast bibe hatiye amadekirin û gotinên xwe wiha domand:

“Em dizanin ku ceza ne ji ber kêmbûna cezayên heyî ye, ji ber pêkneanîn û ji holêranekirina sedemên derketina van pirsgirêkan e. Bi taybetî tundiya li dijî jinan, destdirêjiya li hember zarokan her diçe zêdetir dibe. Şaşiyeke wiha ya mantiqê heye. Çareseriya pirsgirêkeke civakî bi zêdekirina ceza ya ji salek heta 5 salan pêkan nîne.”

Several Ballikaya diyar kir ku bi pakêtê sûcên nû li zagonê hatine zêdekirin û ev yek girîng e, da zanîn ku bi vê yekê hewl tê dayîn ku fişekên hewayî yên di dema pîrozbahiyan de tên bikaranîn weke çek werin pênasekirin.

‘Ji bo girtiyên siyasî gelek cudakarî di pakêtê de hene’

Several Ballikaya diyar kir ku di pakêtê de destpêkê ji bo girtiyên siyasî û nexweş bendewarî hebûn, bal kişand ku li dijî girtiyên siyasî bi salan e cudakarî tê kirin û wiha domand: “Bi taybetî ji sala 1991’an ve piştî ku Zagona Têkoşîna bi Terorê re derket, du awayên înfazê yên cuda û newekhev çêbûn. Pirsgirêkên mezin ên ji ber vê yekê derketin hebûn. Di nav 10 ssalan de gelek caran di pergala înfazê de guherîn hatin kirin û bi wan re girtiyên edlî hatin berdan, lê ji bo girtiyên siyasî ev yek nehat kirin. Newekheviya ku ji ber TMK’ê çêbûye, pirsgirêkên ku ji ber usûlen darizandina taybet derdikevin hene li vî welatî. Ji ber van pêkanînên taybet, gelek kes hatine girtin, cezayên giran girtin di van çend salên dawî de. Em dibînin ku ji b ovan tu sereratkirin û guherîn çênebûne.”

‘Girtiyên siyasî ji guherînan sûd negirtin’

Several Ballikaya bal kişand ser guherînên ku bi taybetî de dema şewba Kovîdê de çêbûn û got ku girtiyên siyasî ji van guheranîn sûdê negirtine. Several Ballikaya da zanîn ku girtiyên siyasî ji wan bendên ku girtiyên edlî sûd girtine ji derve hatine hiştin, nehatine berdan û wiha got: “Hêvî destpêkê ev bû. Ango diviyabû ev newekhevî bi formulasyoneke di asta herî bilind de were çareserkirin. Bendewariyek zêde hebû ji bo wê, herî kêm bi pêkanîna berdana bi kontrol dikaribûn girtiyên siyasî jî bigirtana navê, lê ev yek çênebû. Newekheviya ku bi salan hebû li vê derê jî didome.”

Ji bo girtiyên nexweş cudakarî

Several Ballikaya bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş  û bi gotinên; “Mijara girtiyên nexweş, yek ji pirsgirêkên herî bi êş ên vî welatî ye. Mixabin vê carî jî guherîn çênebû” axaftina xwe wiha domand:

“Divê mirov destpêkê vê bêje: Kesên ku bi rapora Saziya Tiba Edlî diyar bûne nexweşên giran in, bi rapora ku jixwe nikarin di girtîgehê de bimînin, li gorî guherînên zagonî divê derkevin. Niha li vê derê jî raporên Saziya Tiba Edlî ji ber ku bi nêrîneke siyasî hatine amadekirin, rastî û guncawbûna raporan hat nîqaşkirin û tevî van raporan jî nexweş nehatin berdan. Niha di guherîna nû de hikmek têkildarî girtiyên nexweş ên giran heye. Wê îstîsnayek mezin dîtin. Li vê derê cudahiya girtiyên siyasî edlî çênebû, lê kesên ku bi cezayê muebeta girankirî girtî ne, ji derveyî vê hatin hiştin.”

Pênasekirina ‘Kesên bi xeter’

Several Ballikaya diyar kir ku di pakêtê de pênaseyek hatiye kirin û de etîketa ‘yên bi xeter’ hebe û got ku li vê derê pirsa ‘li gorî çi bi xeter?’ derdikeve holê û wiha domand:

“Dê lijne van tesbît bike. Ango Lijneyên Çavdêriya Îdarî ya ku îro bûne sedema bêedaletiyek mezin dê vê yekê tesbît bikin û dadgerên înfazê di vê mijarê de biryar bidin. Ev rewşeke subjektîf e. Xeter tê çi wateyê, li gorî kê bi xeter, di rewşên çawa de ev kes dê bi xeter werin dîtin, ev ne diyar e. Gelek kes ji xwepêşandanên aştiyane yan jî çalakiyên bi wî rengî hatine girtin û ceza girtine. Mirovên di vê rewşê de mînak ên ji avêtina molotofan hatine girtin lê sûcê wan nehatiye îsbatkirine hene. Gelo dê ev kes ji bo cezayê ku girtine bi xeter werin dîtin? Halbukî têkiliya înfazê bi çalakiyê re tuneye. Înfaz bi tevahî merheleyek din e û çawa ku li gorî kesan pêkanînek taybet nîne li gorî wekheviyê were pêkanîn. Ji ber wê li vê derê jî rewşa subjektîf careke din bi awayê ku girtiyên siyasî neyên berdan dê were bikaranîn.”

‘Mafê hêviyê nehat naskirin’

Several Ballikaya di axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên ku cezayê muebata girankirî girtine diyar kir ku mafê hêviyê jî nehatiye naskirin. Several Ballikaya wiha got: “Li gorî biryara DMME’yê ya ji bo Abdullah Ocalan, di çarçoveya mafê hêviyê de piştî ku 25 sal ceza temam bibe divê mercên berdana bi şer a van kesan bihata nirxandin. Niha gelek girtiyên bi muebeta giran di girtîgehan de ne. Jiderve hiştina vana, hem dijberî biryara DMME’yê ye, hem jî di warê wekhevî û edaletê de rewşeke guncaw nîn e.”

Several Ballikaya diyar kir ku cih di girtîgehan de nemaye û got ku di rastiyê de guherînên ji bo girtiyên edlî ji girtîgehan werin berdan hatine kirin.

‘Dubarebûn û kûrbûna newekheviyê’

Several Ballikaya diyar kir ku nîqaşa têkildarî girtiyên siyasî, ji aliyekî ve girêdayî darazê, ji aliyek ve jî girêdayî siyasetê ye û wiha domand: “Girtiyên siyasî bi darizandinên newekhev hatin darizandin lewre di zagonan de newekhevî heye. Em bi tenê vê yekê nabêjin, biryara vekirî di Dadgeha Bilind de heye.” Several Ballikaya, bal kişand ku hewl didin guherîneke ku newekhevî tê de dubare û kûrtir dibe bixin meriyetê û bi bîr xist ku biryarên DMME’yê di vê mijarê de hene, loma girîng ew e ku darizandin bi awayê serbixwe, wekhev û adil bin.

Darizandinên siyasî

Several Ballikaya bi gotinên; “Darizandinên siyasî berdewamiya siyaseta heyî ye” HDP’ê bi bîr xist û bal kişand ku ji hevserokên partiye bigre heta endam û şaredarên wê gelek kes girtî ne. Several Ballikaya, axaftina xwe bi van gotinan domand: “Di biryara ji bo Selahattîn Demîrtaş de bi taybetî DMME’yê tesbîteke vekirî kir û got ku ji ber kesayeta siyasî, ji ber meşandina xebatên siyasî hatiye darizandin û ceza girtiye. Ev yek ji biryarên bê emsal ên DMME’ê ye. Biryareke wisa hêsan were dayîn nîne. Aşkera gotiye ku darizandin bi awayê siyasî çêbûye. Darizandina siyasî dijberî mantiqa bingehîn a darazê ye. Divê daraz bêalî be. Ev darizandinên bi mudaxeleyên siyasî ne. Ger bi rastî jî weke di pêşnûmeyê de hatiye gotin, bendewariyek ji bo edaletê hebe, sedsala Tirkiye bibe, sedsala edaletê divê ev yek ji vir dest pê bike. Di vê pêvajoyê de bendewariya aştiya civakî, demokrasiya civakî û bendewariya veguherînê û bi vê ve girêdayî gotinên ku dibejin dê gav werin avêtin hene. Loma divê destpêk ev be. Pêşî divê gavên ku mexdûrên vê rewşê ji girtîgehan werin berdan werin avêtin. Her wiha jixwe ev tişteke zagonî ye, lutfek nîn e. Gaveke taybet nîn e tişta ku jixwe divê were kirin ev e.”

‘Divê hêvî û bendewarî werin bicîhanîn’

Several Ballikaya da zanîn ku gotegotên; “Dê sererastkirinên zagonî yên berfirehtir werin kirin” hene û ev yek her dem civakê di nava hêvî û bendewariyê de dihêle. Several Ballikaya gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo bidawîbûna newekheviya di zagonan de ne pêwîst e ewqas bibin û bînin. Divê weke pêdiviyek ji bo perçeyek ji pêşketinên siyasî yan jî rewşeke li dijî pêşketinên siyasî neyê nirxandin… Tiştê ku di civakê de texrîbata herî mezin çêdike bêedaletî û newekhevî ye. Rêbaza çareserkirina newekheviyê jî destpêkê edalet e. Li welatekî ku edalet nebe, baweriya ku dê edalet çêbibe jî tunebe, derfetên aştiya civakî çênabin. Pêşî divê ev yek saz bibe. Li vî welatî bi komarê re, gelek bêmafî hatin kirin. Bidawîbûna bêmafiyan, gava girîng a ji bo jiyana hevpar e.”

Several Ballikaya herî dawî got: “Tiştê herî girîng ê ku divê dewlet bike ew e ku ji hêvî bendewariyan re bibe bersiv û gavek bavêje. Pêşî divê kesên ku ji van zagonan mexdûr bûne ji girtîgehan werin berdan, girtiyên nexweş werin dermankirin. Nexweşiya girtiyên bi cezayê girankirî û yên din wekî hev be. Divê jiyana mirovan ji her tiştî hêjatir were dîtin.”