Werîde Medad: Sembola berxwedana Cezayîrê ya nemir
Jinên Cezayîrî, bi beşdarbûna têkoşîna çekdarî ya di Şerê Serxwebûnê de, li dijî girtin û îşkenceyê li ber xwe dan û bûn yek ji aktorên sereke yên berxwedanê. Werîde Medad jî wekî yek ji sembolên herî girîng ên berxwedanê ye.
Navenda Nûçeyan- Di nava lehengên mêr û jin ên Şerê Serxwebûna Cezayîrê yê li dijî kolonyalîzma Fransî de, navê Werîde Medad mîna yek ji şervanên ciwan ên berxwedanê ku jiyana xwe ji bo azadiya welatê xwe feda kirine, tê bîranîn.
Tevî ku di temenê xwe yê ciwantî de mir jî, çîroka jiyana wê bû sembola rola diyarker a jinên Cezayîrî ya di têkoşîna rizgariya neteweyî de. Werîde Medad a ji malbatek dilnizmik tê, veguherî canfedayek dilsoz a heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi doza şoreşê ve girêdayî ma.
Werîde Medad, di sala 1938’an de li Cezayîrê, di malbateke ku eslê wê dighîje herêma Kabiliyê de ji dayîk bû û di şert û mercên civakî û aborî yên dijwar de mezin bû. Werîde Medad, dest bi dibistana seretayî kir, lê ji ber kevneşopiyên civakî yên wê demê neçar ma dev ji perwerdehiya xwe berde. Piştre Dibistana Îslamî ya Sabahê perwerdehiya xwe li domand û mîna gelek jinên ciwan ên vê serdemê, perwerdehiya pîşeyî ya dirûtinê girt.
Ji jiyana sivîl ber bi têkoşîna çekdarî ve
Bi destpêkirina Şerê Rizgariya Cezayîrê yê di 1’ê Mijdara 1954’an de, Werîde Medad ji nêz ve dest bi şopandina berxwedana çekdarî ya li dijî kolonyalîzma Fransî kir. Di sala 1956’an de dema ku malbata wê bû mazûvana şervanên Eniya Rizgariya Neteweyî (FLN), tevî nerazîbûna bavê xwe û xetereyên erkê jî bi israr xwest tevlî berxwedanê bibe.
Fermandarên berxwedanê yên ji biryarbûna xwe bibandor bûn, navê ‘Meryem’ lê kirin. Bi vî awayî, di nava rêxistina nepenî û têkoşîna çekdarî ya li paytext Cezayîrê de, ket qonaxek nû.
Bi tundbûna pevçûnên ku wek "Şerê Cezayîrê" tê zanîn re, erka Werîde Medad hêj zêde xetertir bû. Tevî ku hêzên Fransî taxên paytextê dorpêç kirin û operasyonên girtin û lêgerînê zêde kirin jî, Werîde Medad erkên xwe domand û di şert û mercên pir dijwar de beşdarî domandina ragihandinê ya di navbera şervanên berxwedanê de bû.
Bi girtin û îskenceyê re rû bi rû ma
Di sala 1957’an de, piştî agahiyên ji ku şervanekî berxwedanê di bin îşkenceyê de hat girtin de, hêzên Fransî gihîştin gelek kesên di tora berxwedanê de. Werîde Medad jî di nav kesên hatin girtin de bû.Werîde Medad a birin yek ji navendên lêpirsînê, bi armanca wergirtina agahiyên derbarê çalakiyên Eniya Rizgariya Neteweyî û nasnameya hevalên xwe de, rastî îşkenceyên giran hat. Li gorî çavkaniyên dîrokî, tu agahiyek neda û tu daxuyaniyên ku zirarê bide berxwedanê, neda.
Dema ku lêpirsîner nekarîn îradeya wê bişkînin, rastî îşkenceyekî giran hat û di 2’yê Tebaxa 1957’an de hêj di 19 saliya xwe de ji balkona avahiyekê hat avêtin û hate qetilkirin. Mirina wê, wekî yek ji mînakên herî berbiçav ên berxwedana ku jinan di Şerê Serxwebûnê yê Cezayîrê de nîşan dan, tê hesibandin.
Mîrateya mayînde
Piştî serxwebûna Cezayîrê, Werîde Medad bû yek ji qehremanên neteweyî ku her sal tê bîranîn. Li gelek bajarên welat, bi navkirina navê wê ya li dibistan, tax û kolanan fedakariya wê hate zindî kirin û hate armanckirin ku bîra şoreşê ji nifşên nû re were veguhestin.
Merasîmên mezûnbûna zanîngehan û gelek saziyên fermî jî navê wê hildigrin. Di nav van de heyama mezûnbûna 11’emîn a Dibistana Bilind a Ewlekariya Civakî jî bi hilgirtina navê Werîde Medad têkoşîna wê ya neteweyî bi rûmet dike.
Çîroka jiyana Werîde Medad, aliyek girîng ê Şoreşa Cezayîrê datîne holê. Jinan tenê piştgirî nedan berxwedanê, di heman demê de beşdarî çalakiyên çekdarî bûn, çek û peyam hilgirtin û li hember girtin û îşkenceyê li ber xwe dan.
Werîde Madad, wek yek ji jinên ciwan ên ku bi bihayê jiyana xwe azadî hilbijartin, îro jî sembola welatparêziyê û rola girîng a jinên Cezayîrê ya di têkoşîna serxwebûnê de ye.