Uruk Bajarê Înanna

Uruk wekî cihekî ku bajarvaniya yekem ji hêla jinan ve hatiye birêvebirin û her wiha wekî cihekî ku hêza hilberîner û afirîner a jinan tê de tê temsîlkirin, xwedî şopên girîng û dîrokî ye.

Navenda Nûçeyan - Uruk (Warka) ku îro li basûrê Iraqê ye, navendeke dîrokî ye, yek ji bajarên herî girîng ên Mezopotamyaya kevnar tê hesibandin. Uruk ku di pêşketina şaristaniya Sumer de gelek girîng e, bi pêvajoya bajarvaniya xwe ya zû, derketina holê ya nivîsandinê û xwedawend Înanna derdikeve pêş. Di analîzên şaristaniyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bajar wekî yek ji cihên girîng di têkiliyên dîrokî û mîtolojîk de û têkoşîna di navbera hêza afirîner a jinan û rabûna şaristaniya ku ji hêla mêran ve serdest e tê hesibandin. Bi qadên hilberînê û rêxistina xwe ya îdarî ya pêşketî, bajar yek ji cihên sereke yên bajarvaniyê li Mezopotamyayê bû, di guhertina jiyana civakî û aborî de roleke girîng list. Perestgeha pîroz a herî girîng a bajêr ji bo rûmeta xwedawend Înanna hatiye çêkirin.

Înanna û bîreweriya civaka bi serweriya jinan 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiya olî û çandî ya Înanna di Nîvdara Bereketê de bi perspektîfa pozîsyona civakî û hêza afirîner a jinan di serdemên Neolîtîk û beriya Neolîtîk de şîrove dike. Di analîza şaristaniyê ya Ocalan de, Înanna ne tenê xwedawendeke mîtolojîk e; ew wekî sembola rola ku jinan di avakirina hilberîn, afirînerî û jiyana civakî de lîstine tê hesibandin. Têkoşîna di navbera Înanna û Enkî de nikare ji vê xala werçerxê ya dîrokî cuda were nirxandin. Di mîtolojiya Sumer de, tê gotin ku piştî Enkî meyan didize ku îcadên jinan in, Înanna serdana Enkî li Erîdu dike û bi meyan vedigere Urukê. Di şaristaniya Sumer de, ‘me’ wekî îcadên jinan an prensîbên avakirina jiyanê tên pênasekirin ku bingeha rêziknameya civakî, çand û çalakiyên cuda yên jiyanê pêk tînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê vegotina mîtolojîk wekî têkoşîna hêza afirîner û hilberîna civakî ya jinan li dijî rêziknameya dewleta kahîn a ku ji hêla mêran ve serdest e şîrove dike. Vegera Înanna ya Urukê wekî îfadeyek sembolîk a îradeya jinan ji bo parastina afirandinên xwe yên dîrokî û destkeftiyên xwe yên civakî tê dîtin.

Bajarvaniya bi pêşengiya jinan

Ji ber van taybetmendiyên  xwe Uruk girîng e wekî cihekî ku yekem bajarvanî bi pêşengiya jinan e û her wiha wekî cihekî ku hêza hilberîner û afirîner a jinan tê de tê temsîlkirin e. Berevajiya mîtolojîk a di navbera Enkî û Înanna de dikare wekî bilindbûna pergala dewleta kahîn û gava sazûmanî di avakirina şaristaniyeke ku ji hêla mêran ve tê serdestkirin were şîrovekirin. Ji bilî cihê xwe di bîra dîrokî û mîtolojîk a jinan de, Urukê di dîroka mirovahiyê de jî şahidiya veguherînên girîng kiriye. Vedîtina mînakên yekem ên nivîsandinê di perestgehan de û tabletên mîxî yên ku wekî tomarên aborî û îdarî kar dikin, hebûna pergalek rêveberî û tomargirtinê ya pêşketî di bajêr de eşkere dikin. Di vî warî de, Uruk wekî yek ji navendên girîng ên pêvajoyên yekem ên bajarvanî, nivîsandin û rêxistina sazûmanî, di dîroka mirovahiyê de tê hesibandin. Bi kulta Înanna hatiye naskirin. Bajar di heman demê de wekî cihekî girîng derdikeve pêş ku têkiliya di navbera hêza afirîner a jinan, bîra civakî û bilindbûna şaristaniyeke ku ji bi serdestiya mêran bûye ve tê nîqaşkirin.