Tatyana Kurtukova bû rûyê nû ya muzîka gelêrî ya Rûs

Tatyana Kurtukova, bi dengê xwe yê germ û cilên xwe yên kevneşopî, mîrateya çandî bi awayekî balkêş bi cîhana nûjen re girêda. Tatyana Kurtukova, îspat kir ku jineke xwedî zanîn û nasnameyê dikare bibe dengekî cuda û nayê jibîrkirin.

Navenda Nûçeyan - Hunermenda Rûsî Tatyana Kurtukova, bi yekkirina resentiya mîrata muzîka gelêrî ya bi ruhê serdemê re, karî ku di cîhana hunerê de ji xwe re cihekî bêhempa çêbike. Bi serkeftina xwe ya di rêvebirina koroyên muzîkê de û hebûna xwe ya balkêş a li ser sehneyê re, modelek jineke afirîner ku nasnameya çandî diparêze û vê yekê bi awayekî ku bigihîje nifşên nû ji nû ve şîrove dike, pêşkêş dike.

Di çar saliya xwe de dest bi muzîkê kir

Tatyana Sergeyevna Kurtukova, li bajarê Khabarovsk a Rûsyayê ji dayîk bû. Lêbelê bajarê Penzayê ya rêwîtiya jiyana xwe lê dest pê kir, wekî bajarê xwe qebûl dike. Tatyana Kurtukova ya di çar saliya xwe de dest bi muzîkê kir, fêrî lêdana piyanoyê bû û perwerdehiya nota muzîkê wergirt.

Tatyana Kurtukova ya rêwîtiya xwe ya huner û muzîkê berdewam dike, beşdarî bernameyek folklorê ya navdar bû. Piştre di rêvebiriya koreyê ya Koleja Hunerê ya Penza de perwerde dît. Armancên wê yên akademîk bivî yekê re sînordar nebû. Tatyana Kurtukova, di sala 2016’an de ji Enstîtuya Dewletê ya Ippolitov-Ivanov li Moskowê di stranbêjiya muzîka gelêrî û performansa şanoyê de pileya lîsansê wergirt. Piştre, di Zanîngeha Dewletê ya Penza de di qada derûniya perwerdehiyê de lîsansa bilind kir û rêwitiya xwe ya akademîk domand.

Strana “Matushka" di kariyera wê de bû xala werçerxê

Di warê hilberîna hunerî de jî strana wê ya navdar a binavê "Matushka", di kariyera wê de bû xala werçerxê. Berhema ku bi gotinên xwe yên welatparêzî, hêz û fedakariya jinan bilind dike gihîşt girseyên mezin, di lîsteyên guhdarîkirinê de gihîşt rêzên herî jor.

Serkeftina Tatyana Kurtukova, bi strana "Odnogo" (Tenê tiştek) û albûma "U Istoka" (Ji Çavkaniyê) berdewam kir.

Hunermenda ku bi cilûbergên xwe yên gelêrî derdikeve ser sehneyê, portreya jineke xwebawer ku bi kokên xwe serbilind e û nasnameya xwe ya resen bi cîhana nûjen re girê dide, xêz dike. Tatyana Kurtukova, nîşan dide dema ku mîrata çandî ji aliyê jinek perwerdekirî û afirîner ve tê temsîl kirin, dikare veguhere hêzek nerm ku sînoran derbas dike.