Strana Rojê: Yalda Abbasî/ Ala Ey Yaar

Yalda Abbasî ji aliyê kesên ku ji muzîkê hezdikin ve gelek tê nasîn. Yalda ji bo bi heskiriyên xwe yên li Tirkiyê re were gel hev di gelek çalakiyên çandî de derket ser dikê. Bi komek ya ji 6 jinên stranbêj pêktê qasî ku bi performansa xwe ve xitabî guhan kirî, ewqas çavê wê jî tejî hêstir bû. 

Yalda Abbasî di awazên xwe de êşên Kurdê Xorosanî, hestên wan, jiyana wan ya rojane ve di got. Yalda Abbasî hîna di temenê xwe yê biçuk de dikeve nava jiyana huerê û hemû jiyana xwe daye muzîkê. Yalda Abbasî li Taharanê jiyana xwe di domîne, li ruxmê  zextên rejîma Îranê jî di welatê xwede bi awayek aktiv jiyana xwe ya muzîkê di domîn e.