Strana Rojê: Stranên Keziya Sor- Jin, Jiyan, Azadî

Îro jin li hemû dinyayê bi yek dengî heman strana berxwedanê dibêjin û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr dikin.

Navenda Nûçeyan – Serhildan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî re ne tenê protestoyeke, bû qonaxa nû ye têkoşîna azadiya bi kok a jinan. Ev serhildana ku di pêşengtiya jinan de bilind bû, bû sembolek a îradeyê ku li dijî zext û tundiyê serî netewîne. Jinên daketin qadan, por û bedenên xwe li dijî pergala mêr-dewlet, vegerandin amûrek a berxwedanê, peyamek bi hêz dan dinyayê: “Azadiya jinê, azadiya civakê ye.” Ev peyam, teyîsîna pratîk a paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Îro ji Amerîkaya Latîn, heta Rojhilata Navîn, ji Ewropa heta Efrîqa, Asyayê bi milyonan jin bi îlhma ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daye avakirin têkoşîna xwe ji nûve rave dik in. Cesareta jinan, îrade û berxwedana wan sînoran nas nake, li her cihî heman qêrîn bilind dibe.

Di van rojên salvegera serhildanê de, agirê azadiyê ku jinan bi berxwedanê pêxistiye hê zindî dihêlin.

Îro em bi were klîba ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di fîlma muzîkalê ya 20 deqeya ya bi navê ‘Stranên Keziya Sor’ ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn, Tevgera Çand û Hunera Mezopotamya, Navenda Çanda Pargîn û Hunergeha Welat ve hatiye amadekirin û sala bûrî di meha Adarê de hatî weşandin parve dikin.

Rihê têkoşîna jinan, bi huner û muzîk îfade girt, ev muzîkal weke xebatek a hafizaya çandê ku şoreşa jinê nîşan dide derdikeve pêş. Muzîkala ku 200 jinên ji herêmên cûda yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û ji gelên cûda  cih digre, li Reqa û herêma Cizîrê hate kişandin.