Strana rojê: Sevdalîza/Woman Life Freedom زن زندگی آزادی

Strana hunermenda Îranî Sevdaliza ya bi navê " Woman Life Freedom زن زندگی آزادی” (Jin, jiyan, azadî) rojên derbasbûyî bi gotinên "Niha û heta dawiyê divê em dengê xwe derbixin” hat weşandin.

Navenda Nûçeyan - Strana “Woman Life Freedom زن زندگی آزادی” (Jin, jiyan, azadî) ya hunermenda Îranî Sevdaliza ya bi dîmenên çêkirî klîba wê çêkir, hem bi dîtbarî hem jî bi naveroka xwe balê dikişîne. Bi qasî strana ku di rojên borî de pêşkêşî muzîkhezên hat kirin, materyalên dîtbarî yên hatin bikaranîn jî bal dikşîne.

Sevdaliza li gorî geşedanên dawî yên li Îranê hat jiyîn xebatên xwe pêkanî û xebata xwe diyarî ya jinên berxwedêr kir. Sevdaliza di heman demê de ji bo li ser geşedanên li Îran û Rojhilatê nîqaş bike, biaxivê û parvekirina agahiyan jî discortêk bi navê “Woman Life Freedom زن زندگی آزادی” parve kir.

"Em pir westiyan"

Peyam û starana Sevdaliza ku dibêje “Min ji bo jinên ku li çar aliyê cîhanê mafên wan tê binpêkirin stranek nivîsand. Ez wek jineke Îranî serbilind im û ez piştgirî didim têkoşîna xwişkên xwe yên ji bo hêviya ku rojekê azad bidin me; xwîn, por, dil û mêjiyê xwe datînin hole”di platformên medyayê de hat parvekirin. Her wiha hunermenda ku dibêje “Em ji vegotina em ê çawa bin û bibin çi, pir westiyan” bi van gotinan balkişand li ser girîngiya rûbirûbûna her tiştên li dijî rûmeta jinê, zext, tundî û cinayetên jinan.