Strana Rojê: Sarya Ertaş – Cembelî

Strana Cembelî destanek Kurdi ya herêma Zagrosane, li ser evîndariya Cembeliyê Kurê mîrê Colemêrgê û Binevşa Narîn a ji nava êlên koçeran hatiye zozanên Fereşînê û li wê hev dîtine hatiye gotin. Dengbêja ciwan Sarya Ertaş di konserên Amidayê yên Şkeftên Hesunê de vê stranê giran û jiyana civakî ya wê demê radixe berçavan li gorî wate û giringiya wê ya dîrokî dibêje. 
Sarya Ertaş a 23 salî dibêje ku ew ji 10 saliya xwe ve bi muzîkê re eleqedar dibe û bi stranên dengbêjan ên ji bavê xwe guhdarî kirine, meraqa wê çêbûye. Sarya Ertaş diyar dike ku bavê wê bi salan e di girtîgehê de ye, di her axaftina bi telefonê de wekî dema zarokatiya wan, stranên dengbêjan ji wan re dibêje, ji ber vê yekê dengbêjî ji bo wê xwedî wateyên gelek cuda ye. 
Sarya wiha qala heskirina xwe ya ji bo dengbêjiyê dike: “Dengbêjî ji bo min hesteke bê pênase ye. Ez ji bavê xwe hîn bûm lê min hunermendên mezin ên ên wekî Meryemxan, Eyşe Şan û Şehîd Mizgîn ji bo xwe mînak girt. Em ji pêşiyên xwe hînî dengbêjiyê bûn. Hûn bi dengbêjiyê hestên xwe yên dijîn vedibêjin. Divê ev mîrasa çandê her dem bidome. Îro em lê sibê dê şagirdên din, jin pêşiyên xwe mînak bigrin û van stranan bibêjin.”