Strana Rojê: Sabahat Akkiraz-Hararet di hinarê dene

Sabahat Akkiraza ya ji Sêwasê sala 1955’an hatiye dinê û zaroktiya wê li Elmanya derbasbûye. Bi salane muzîka gelerî pêş dixe sala 1983’an yekem albuma xwe ya profesyonel di vegera xwe  ya Tirkiyeyê de derxist. Heta îro bê navber xebatên xwe yên muzîkê didomîne, li welatê xwe û li gelek welatên cîhanê muzîk çêkir û xelat girt. Li gel çêkirina mûzîkê, demekê wekî parlamenter jî xebitiye. Piştî karesata Somayê, wekî bertek ji nûnertiya xwe îstifa kir.
Bi tevahî 13 xebatên diskografî û 22 album weşand, di 2021’an de albuma xwe ya dawî bi navê Aşikan weşandiye.