Strana Rojê: Rojda - Em jin in
Strana Em Jinîn a ku hunermend Rojda nivîsandiye, li ser platformên medyaya dîjîtal pêşkêşî hezkiriyên muzîka Kurdî hat kirin.
Rojda ku li navçeya misirc (Kurtalan) a Sêrtê ji dayik bû û di destpêka salên 1990'î de dest bi muzîkê kir, di sala 1991'an de bi koma Koma Gulên Xerzan û komên muzîkê yên herêmî re bi awayekî profesyonel xebatên muzîkê domand. Di sala 1993’an de bi Navenda Çanda Mezopotamya re dest bi xebatê kir. Di sala 1997'an de di koma Koma Asmîn a muzîkê ya ku ji 11 kesan pêk tê de kar dike û heta niha jî awazên wan bi heyraniyeke mezin tên guhdarîkirin. Hunermend Rojda di sala 2006'an de yekemîn albûma xwe ya solo bi navê "Sebra Min" derxist.
Hunermend Rojda ku ji ber stranên xwe gelek caran rastî doz û girtinan hat, ti carî dev ji hilberîna domdar berneda. Li ser albumên “Ji Bir Nabin, Koma Xerzan” 1997, “Sonda Ben” 1997, “Rûkena Min” 2005, “Sebra Min” 2006, “Mem û Zîn”, “Şahiya Stranan”, “Şevbuhêrka Dengbêjan”, “Hat” 2011, “Stranên Bijartî” 2012, “Kezî” 2014, “Dile Rezil” îmze û keda hunermend heye.
Strana wî ya herî dawî ya bi navê “Em Jinin” ku bi muzîkhezan re parve kir, duh li hemû platformên medyaya dîjîtal hat weşandin. Gotinên awazê ku ji aliyê hunermend Rojda ve hatiye nivîsandin û pêk hatiye wiha ye;
“EM JİNİN
Ew zilim karin
Nasıl û bar barin
Li hember wan hovan
Em pir bir yarin Jînê di kujin
Şînê hişk dikin
Jiber awirên wan
Gûl di çilmisin
Em keç û dayîkin
Jin û jîyanin
Ne sîpî û reşin
Em pir reng darin
Em jinin jîyanin
Dîroka kevnarin
Dıxwazin tûn ne bikin
Lê em tim berxwe didin”