Strana Rojê: Rojda - Em jin in

Strana Em Jinîn a ku hunermend Rojda nivîsandiye, li ser platformên medyaya dîjîtal pêşkêşî hezkiriyên muzîka Kurdî hat kirin.

Rojda ku li navçeya misirc (Kurtalan) a Sêrtê ji dayik bû û di destpêka salên 1990'î de dest bi muzîkê kir, di sala 1991'an de bi koma Koma Gulên Xerzan û komên muzîkê yên herêmî re bi awayekî profesyonel xebatên muzîkê domand. Di sala 1993’an de bi Navenda Çanda Mezopotamya re dest bi xebatê kir. Di sala 1997'an de di koma Koma Asmîn a muzîkê ya ku ji 11 kesan pêk tê de kar dike û heta niha jî awazên wan bi heyraniyeke mezin tên guhdarîkirin. Hunermend Rojda di sala 2006'an de yekemîn albûma xwe ya solo bi navê "Sebra Min" derxist.

Hunermend Rojda ku ji ber stranên xwe gelek caran rastî doz û girtinan hat, ti carî dev ji hilberîna domdar berneda. Li ser albumên “Ji Bir Nabin, Koma Xerzan” 1997, “Sonda Ben” 1997, “Rûkena Min” 2005, “Sebra Min” 2006, “Mem û Zîn”, “Şahiya Stranan”, “Şevbuhêrka Dengbêjan”, “Hat” 2011, “Stranên Bijartî” 2012, “Kezî” 2014, “Dile Rezil” îmze û keda hunermend heye.

Strana wî ya herî dawî ya bi navê “Em Jinin” ku bi muzîkhezan re parve kir, duh li hemû platformên medyaya dîjîtal hat weşandin. Gotinên awazê ku ji aliyê hunermend Rojda ve hatiye nivîsandin û pêk hatiye wiha ye;

“EM JİNİN

Ew zilim karin

Nasıl û bar barin

Li hember wan hovan

Em pir bir yarin Jînê di kujin

Şînê hişk dikin

Jiber awirên wan

Gûl di çilmisin

Em keç û dayîkin

Jin û jîyanin

Ne sîpî û reşin

Em pir reng darin

Em jinin jîyanin

Dîroka kevnarin

Dıxwazin tûn ne bikin

Lê em tim berxwe didin”