Strana Rojê: Merzîye Farîqî - Şeş pepule

Merziye Ferîqî 05’ê gulana 1958’an li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekiriye û li heman bajarî dibistana seretayî xwendiye. Hê 9 salî heskirina wê ya sitran û şanoyê pêşdikeve û li dibistanê timî di şano û sitranan de cîh digirt.
Destpêkê bi bandora sitranên Fetane Welîdî bi zimanê Farisî dest bi sitranbêjiyê dike. Paşê jî zordariya desthilatdariya Îranê ya li ser hûnera Kurdî, berê Merziye ji sitranbêjiya Farisî vegerand sitranbêjiya Kurdî.
Di sala 1977’an de bi koma muzîkê ya bajarê Sine re gelek caran derdikeve ser dîkê û sitranan dibêje. Merziye piştî xwendina peymangehê vedigere Merîwan û li gundek yê nêzîkê Merîwan ê dibe mamosta. 2 sal paşê dîsan vegeriya Sine û li wê mamostatiya dibistana seretayî domkir.
Merziye 21 salî bû dema bi hûnermend Nasir Rezazî re zewicî. Herdû hûnermend ji ber beşdarbûna wan a ji raperîna şoreşa gelên Îranê, dikevin bin çavdêriya komara îslamî. 
Di sala 1980’an de Komara Îslamî hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê xist bin kontrola xwe. Merziye jî ji ber êrîşên komarê nekarî di nava bajêr de bimîne. Ji bo wê bû pêşmerge û di nava çiyayan de bi Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re xebata xwe dewam kir.
Merziye di çiyayan de jî karê xwe yê hûnerê dewam kir, li wê derê hinek sitran qeyd kir. Di çiya de herwiha sîroda nîştiman û hinek sitranên din yên şoreşgerî qeyd kir. Di şertên zor de li gel karê hunerê ew dayîka sê zarokan bû û li zarokên xwe jî mêze dikir.
Wê demê bi rêya radyoyoyan dengê hûnermenda Kurd belav bû û gihişt guhê hemû Kurdan. Zêdetirî sitranên Merziye li ser hestên nîştimanperweriyê bû ne, li ser evîndariyê jî sitran gotiye. Sitran û berhemên wê di nava pelên dîrokê de bêmirinbûne. Piştî şoreşa Îranê bi malbata xwe re derbazî Tarawge bû û li wê xizmetê ji bo hûnera Kurdî kir.
18’ê îlona 2005’an di temenê 47 salî de li nexweşxaneya Swêdê bi nexweşiya dil çavên xwe li jiyanê girt û weke sitêrkekê ji hunera kurdî xuricî. Li ser wesyeta Merziye cenazeyê wê anîn bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê spartin axê.