Strana Rojê: Meryem Xan – Helîme

Navenda Nûçeyan – Meryem Xan, sala 1904 an li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê ji dayik bûye. Bavê wê Mihemed Ehmedê Botî naskiriyek dema xwe bûye. Ew di nava malbatek ku girîngî didin dengbêjiyê de mezin bûye. Di pêvajoya şerê cîhanê yê yekem de deh salî bûye. Li Botana ku çanda Suryanî, Ermenî û Kurd di nava hev de dijiyan de şahidî ji komkujiyên Ermenî û Suriyaniyan re kiriye. Piştî komkujiyan li gel malbata xwe koçî Qamişloyê dike.

Meryema ku dibistana wê xweza, zozan, gund û civaka Botanê ye, di temenekî biçûk de dest bi gotina stranan û honandina helbestan kiriye. Jixwe civaka ku tê de mezin bûye çanda xwe bi dengbêjiyê daye jiyandin, ev jî dibe sedemek sereke ku meyla xwe ya aliyê dengbêjiyê hîn zêdetir bi pêş bixe.

Gotinên Stranê

Lê lê were were were were were lê wer Helîmê
lê lê keçikê dînê rebenê te kiras sorê
lê dorê şînê
lê lê kubarê dînê dibê li xelkê tahl e lê li min şêrînê
de were were lê wer Helîmê

lê lê Helîmê rebenê ez wa nakim
lê wez wa nakim
lê lê ez ê kirasê melesî kitan lê li xwe nakim
lo lo mîro dibê serê Sîpanê Xelatê berf û bager e ax li wê îdare nakim
de were were lê wer Helîmê
lê lê were were were were lê wer Helîmê
ay keçikê dînê dilê te ra çi dixwazê
lê dorê şînê
ay dayê rebenê bi xelkê tahl e lê li min şêrînê

lê lê Helîm reben li taxa jorî lê tenûr dada
lê lê Helîm rebenê li taxa navê lê rihan av da
lê lê rebbê alemê miradê min û Helîma min hasil bike li nav doşek û lihêfa ax lê qedife da
de were were lê wer Helîmê.