Strana Rojê: Koma Amara - Gerîla Me

Bi boneya salvegera 50 saliya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Koma Amara stranek bi navê ‘Gerîla me’ derxist. Koma Amara ku ji Gerîlayên Jin pêk tên, da ku berxwedan, têkoşîn û hunera Gerîla rawe bike, gelek xebatên çand û hunerê meşandine. Herî dawî jî bi derxistina Strana ‘Gerîla me’ re karibûn, girêdana bi xweza, jiyan, fedaîtî, rêhevaltî û wêrekiya Gerîlla nîşan bidin.

Di pêvajoyek wiha ku Gerîlayên Azadiyê li çiyayên Kurdistanê li dijî her cure çekên giran û qedexekirî, di nav têkoşînê de ye, li gel vê rastiyê jî, jiyana Gerîla bi strana ‘Gerîla me’ hate xemilandin.