Strana Rojê: Hîlala Zêrîn Efrîn – Keçim Serbilindim

Hîlala Zêrîn ya herêma Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2017'an de li herêma Efrîn hate vekirin. Niha li Kantona Şehba jî bi alîkariya jinên ku cihê xwe di Tevgera Çand û Hunera herêmê de digirin kilîbek nû kişandin. Ev kilîba duyemîne ku Hîlala Zêrîn bi rengek xweser dikşîne. 
Kilîba bi navê "Keçim Serbilindim"naveroka wê destnîşanî xweserî, qehremanî, têkoşîn û bedewiya jinan dike. Jin bi reng û xweseriya xwe cih di kilîbê de digirin. Ev kilîb li warên koçberiyê gundê Til Sosin, wargeha Berxwedan û stüdyo ya navenda Çand û Hunera Kantona Şehba ya Bakur û Rojhiklatê Sûriyeyê hatiye kişandin. Di stranê de koma şehîd Hêva, Berçem û Avesta ya stranan, di heman demê de koma şehîd Viyan Soran a govendê hunerên xwe têde pêşkêş dikin. Gotinên stranê ji aliyê Endama Hîlala Zêrîn a Efrînê Bihar Silêman ve hatiye nivîsandin û Endama Komîna Sînama ya Efrînê Zîlan Silêman derhênera kilîbê ye. Her wiha awazê stranê Ednan Biyan e û montaja kilîbê Endama Hîlala Zêrîn Şêrîn Xelîl amade kirine.