Strana Rojê: Feyrûz- Bint El Shalabiya

Feyrûz di 21'ê Mijdara 1935'an de li Mêrdînê ji dayik bûye. Feyrûza ku di malbateke Ortodoks a Lubnanî ya Suryaniyan de mezin bû, di temenekî biçûk de muzîk û radyoyê nas kir. Feyrûz bi hilbijartina di Koroya Radyoya Lubnanê de dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir, bi saya deng û şîroveya xwe derfet dît ku bi muzîkjenên bi kalîte yên Lubnanê re hevdîtin û kar bike. Piştî salên 1970’yan ji New Yorkê heta London û Parîsê li gelek welatên cîhanê dest bi dayîna konseran kir û dengê wê gihîşt derveyî erdnîgariya Ereban.
Sedemeke din a ku di demeke kin de li welatê xwe hat hezkirin, ew bû ku daxwaza serokwezîrê Lubnanê ku konserek taybet jê xwestibû red kir û tenê ji ber redkirina wê 6 mehan qedexeya  sehneyê girt. Feyrûz her tim aniye zîman ku ew ê tu carî di konserên bi vî rengî yên taybet de dernekeve ser sehneyê.
Di şerê navxweyî de Lubnanê terk nekir
Di Şerê Navxweyî yê Lubnanê de ku di navbera salên 1975-1990’an de belav bû, welatê xwe neterikand û ji bo yekitiya axa xwe bi muzîka xwe re têkoşîn meşandiye. Awazên wê yên ku Lubnana ku ji ber şerê navxweyî perçebûyî û wêranbûyî vedibêjê, dilê kesên Erebî jî nizanin diêşîne.
Di salên 1960’an de, dema ku li Lubnan û Rojhilata Navîn dengê jinan dihat gotin, Feyrûza ku weke “First Lady” dihat pênasekirin, bi helwesta xwe ya nerm û bi performansa xwe ya ser sehneyê her tim çavan tije rondik dikir. Fîlmên şanoyê hatine amadekirin û dengê Feyrûz hema li gelek welatên ku bi zimanê Erebî dihat axaftin, beriya ku roj dest pê bike dihat guhdarîkirin.
Ji xeynî stranên wekî "Habbaytak Bissayf", "Ya hourrié", "Yara" û "Zaali tewwal" ku ji derveyî  bi hezaran stranên guhên kesên Erebî nizanin guhên wan belesan dikir, albûma xwe ya dawî bi navê "Eh... Fi Amal" di sala 2010'an de weşand.
"Wiha hatiye wiha derbas dibe" yan jî "Bint El Shalabiya"
Wekî din gelo we dizanibû ku aranjeyên awazên stranên hunermend Feyrûz, Ajda Pekkan "Ez ê çi bi te bikim", bi navê orjînal "Ka'an Azzaman", Erkîn Koray"Eyvah" bi navê orjînal "Waynon", strana ku li Tirkiyeyê ji aliyê gelek kesan ve hatiye gotin “Wiha hatiye wiha derbas dibe” navê wê ya orjînal ku “Al Bint Chalabiya” stranek bi îmzeya Feyrûz e? An jî navê orjînal a strana Nilûfer “Tu li ku yî li ku” “Hela Ya Wesea” aîde Feyrûz e wekî din jî mimkun e ku mirov bi dehan mînakan zêde bike.