Strana Rojê: Feryal Öney/Dişewitim

Feryal Öney ya şêwaz û xebata xwe ya muzîkê balêdikişîne. Di sala 1970’an de hatiye diniyayê û dema li Konya yê bi awayê amator dest bi xebata muzîkê kir, li Zanîngeha Bogaziçiyê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qeyîda xwe çêkir. Di biniya Kuluba Folklorê (BUFK) ya zanîngehê de tevlî xebatên muzîkê bû. Ji wê û şonde rêwîtiya xwe ya muzîkê dewam kiriye û bi serkeftina xebatên xwe hatiye nasîn.