Strana Rojê: Fatma Îsa - De Miho
Kilama “De Miho” çavkaniya xwe ji evîna keça mîrekî Kurdan a bi navê Têllî û lawekî xizan ê bi navê Miho digire.
Di sala 1972’an de Dengbêja Kurd Fatma Îsa di radyoya Êrîvanê de li ber dengê bilura Egîdê Cimo gotiye û xistiye bin qeyîdan.
Tê gotin ku Fatma Îsa ev stran ji xesiya xwe guhdarî kiriye.