Strana rojê: Dengê efsanewî Ayşe Şan

Ayşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Ayşana Kurd, Ayşe Şan, Ayşe Xan, Ayşana Osman, Ayşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di mijdara 1938'an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. 

Bi xwe ji eşîra Cbriyan a mezinin û koçka bavê wê Osman jî timî bi dengê dengbêjan olan dida. Ayşe Şan jî ji wan dengên weke kaniya avê herikbar bandor dibe û ew jî dest bi stranbêjiyê dike. 
Dayika Ayşe Şanê Heciye Xanimê ji carna bi lorikên ku ji wê re dixwindin, riha wê ya teji hest û hissên hunera Kurdewari dixiste nava bizavê. Sala 1958’an di nava civata jinan de stranên ji dengbêjan hîn bûyî dibêje. 
Malbata wê ya dîndar weke dengbêjiyê pêşbazî dixist nava xwendina suretên dînî û di wê de jî Eyşe Şan li pêş bû, lê hizra wê li ser dengbêjiyê bû û besteyên stranan ji bo wê li pêşiya her tiştî bû.
Di hewildanên xwe yên despêka dengbêjiyê de ji aliyê bavê xwe yê oldar ve rastî nerazîbûnan tê û bavê wê dengê jinan weke guneh dibîne. 
Di temenê 20 saliyê de li ser daxwaza bavê xwe bi ciwanê binavê Şewket Turan re zewicî. Keçek wê hebû, dema ku bi hevjînê xwe re li hev nekirin û dev ji hev berdan. 
Wê dest ji keça xwe û hemû mirovên xwe berda û li peyî dengbêjiyê berê xwe da bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê. Li wê bi diruna kincên qetayî debara xwe dike. Paşê jî bi hevkariya mêrê bi navê Naîl Baysu di radyoya Dîlokê de bi zimanê tirkî stranan dibêje û du salan vî karî didomîne. Ji ber hesreta wê ya gotina stranên Kurdî wê ji radyoyê derdixin. 
Di sala 1963’an de berê xwe dide bajarê Stenbolê yê Tirkiyê û li wê konserekê dide. Paşê jî du kasetên bi Kurdî û Tirkî derdixe. Herî zêde jî bi strana ‘Ez Xezalim’ tê nasîn. 
Ji ber stranên Kurdî bi zextên dewletê re rû bi rû dimîne. Di 1972'an de diçe Almanyayê û li wê jî rastî zoriyên jiyanê tê û cardin vedigere Stenbolê. Vê carê ji malbata wê hinek kes ji ber ku stranan dibêje gefa lê dixwin. 
 Di sala 1979'an de jî berê xwe dide Iraqê û di Radyoya Bexdayê de dest bi xebatê dike. Wekî Radyoya Erîvanê di Radyoya Bexdayê de jî gelek hunermend çand û hunera gelê Kurd dide jiyîn. 
Dema ku li Bexdayê ye bi hunermendên serdemê yên wekî Mehmet Arif Ciziri, Îsa Berwari û Tahsin Taha re beşdarî gelek şevan dibe. 
Ji Bexdayê jî cardin vedigere Tirkiyê û li Îzmîrê dijî. 18'ê Kanûna 1996'an li Îzmîrê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dide. Tevî ku daxwaziya wê bû cenazeyê wê li Amedê bê definkirin jî malbat nahêle û li Îzmîrê dispêrin axê. 
Wê gelek stranên weke Zerî heyîran, lêlê bê mal, hey wax dayê, Meyro û Koçerê gotiye. Niha jî strana wê ya heyî wax dayê em bi hev re guhdarî bikin.