Strana rojê: Dengbêj Xalîde-Werî -Yeman

Dengbêj Xalîde li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê di nava malbatek koçer de hatiye dinê. Dema zarok bûye ji dayika xwe û jinên derdorê yên di dema kar de stran digotin hînî melodiyên dengbêjiyê dibe. 
Di sala 1993’an de ji ber tindiya dewleta Tirk ji Serhedê koçî bajarê Stenbolê yê Tirkiyê dikin. Li wê ji bo ku stranên di nava jiyanê de ji jinên derdorê hîn bûyî bigihîne civakê dikeve nava xebatên muzîkê yên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ê. Sala 2000’an di nava  Koroya Pirdeng de cihê xwe digire. 
Ji ber serkeftinên wê yên di nava xebatên NÇM’ê de sala sala 2003’an li ser teklîfên şirketekê albûma bi navê “Qêrîna Sîpanê” li dar dixe. Di albûma wê de stranên weke Derwêşê Evdî, Werî Yeman û Keleş Kibar cîh digirin. 
Niha jî em bi hev re strana dengbêj Xalîde ya bi navê werî yeman guhdarî bikin.