Serhildêra 18 salî ya li hember Naziyan: Zoya Kosmodemyanskaya
Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, partizana ciwan Zoya Kosmodemyanskaya tevî îşkenceyên giran jî tu agahî li ser hevalên xwe neda leşkerên Nazî. Zoya di 18 saliya xwe de hate darvekirin, îro mîna sembola herî mezin a berxwedana li dijî dagirkeriyê bîr tê.
Navenda Nûçeyan – Zoya Kosmodemyanskaya ku di dema dagirkirina Yekîtiya Sovyetê ya ji aliyê Almanyaya Nazî ve mîna partîzan tevlî berxwedanê bû, di 18 saliya xwe de hat girtin. Tevî îşkenceyên giran jî, wê red kir ku agahiyên li ser hevalên xwe û rêxistina xwe eşkere bike. Zoya ji aliyê leşkerên Nazî ve hat darvekirin û bû sembola berxwedana li dijî dagirkeriyê.
Zoya Kosmodemyanskaya di 13ê Îlona 1923’an de li Gavrilovskya li başûrê Rûsyayê ji dayîk bû. Bavê wê pirtûkxanevan bû û diya wê mamoste bû. Di şeş saliya xwe de, bi malbata xwe re koçî Sîbîryayê kir û di sala 1930’an de, ew koçî Moskowê kir. Gava ku bavê wê mir, tenê 10 salî bû.
Ji pirtûkxaneyê ber bi cîhana wêje û têkoşînê ve
Zoya ji zarokatiya xwe ve bi edebiyat û muzîkê re eleqedar bû, berhemên Tolstoy, Dickens, Shakespeare, Goethe û Pushkin dixwend. Zoya guh dida muzîka Tchaikovsky û Beethoven. Nêrîna wê ya li cîhanê di temenê ciwaniyê de teşe girt û di sala 1938’an de tevlî rêxistina ciwanan a Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê Komsomol, bû.
Di Cotmeha 1941’an de Zoya,gava ku hîn xwendekara lîseyê bû, navê "Tanya" lê hatibû kirin û ji bo yekîneyeke partîzan dildar bû. Piştî perwerdehiyek kurt, ew şandin herêma Volokolamsk a nêzîkî Moskowê, li wir beşdarî çalakiyên berxwedanê yên cûrbecûr bû.
‘Divê zehmetî bi wekhevî werin parvekirin’
Zoya her wiha li dijî dabeşkirina kar a di navbera partîzanên mêr û jin de serî rakir. Bi argumana ku "divê zehmetî bi wekhevî bên parvekirin", Zoya dixwest ku ew jîheman karên ku mêr dikin, bike.
Di 27’ê Mijdara 1941’an de, ew şandin gundê Petrishchevo yê ku ji aliyê Naziyan ve hatibû dagirkirin. Li wir, tevlî çalakiyên li dijî malên ku ji aliyê leşkerên Alman ve hatibûn dagirkirin bû. Lê belê piştî demekê, Zoya ji partîzanên din veqetiya û bi tena serê xwe vegeriya gund da ku çalakiyên xwe bidomîne.
Piştî agahdariyek ji hevkarê gund, Zoya ji aliyê leşkerên Naziyan ve hate girtin û birin avahiyek ku wekî baregeha leşkerî dihat bikaranîn.
Zoya di dema lêpirsînê de navê xwe yê rast eşkere nekir û xwe wekî 'Tanya' da nasîn. Wê pirsên leşkerên Alman ên li ser kê ew şandiye, bi kê re xebitiye, an kiryarên xwe, nebersivandiye.
Îşkenceyên giran û berxwedana bêhempa ya "Tanya"yê
Li gorî vegotinên şahidan, Zoya tevahiya şevê rastî îşkenceyên giran hatiye. Lê xistine, birîndar kirin û neçar ma ku di sermayê de li ser berfê pêxas bimeşe. Tevî vê yekê, wê tu agahî li ser hevalên xwe nedaye.
Şahidiyên derbarê lêpirsîna Zoya de ji aliyê rojnamevanê Sovyetê Pyotr Lidov ve hatine berhevkirin û di 27’ê Çileya 1942’yan de di rojnameya Pravda de hatine weşandin.
Ji ber ku leşkerên Nazî nekarîn ji Zoya tu agahî bistînin, ji bo wê partizana ciwan biryara kuştinê dan. Dema ku ber bi darvekirinê ve dihat birin, Zoya ji gundiyan re got, "Ez ji mirinê natirsim. Ez kêfxweş im ku ji bo gelê xwe bimrim!"
Piştre, berê xwe da leşkerên Nazî û got, "Hûn niha min darve dikin, lê ez ne bi tenê me. Em du sed milyon mirov in. Hûn nikarin me hemûyan dalqînin. Hê ku pir ne dereng e, teslîm bibin. Serkeftin dê ya me be!"
Sembolek ku li dijî dagirkeriyê serî netewand
Zoya Kosmodemyanskaya di sibeha 29’ê Mijdara 1941’an de li Petrishchevoyê hate darvekirin. Cenazeyê Zoya nêzîkî du mehan daliqandî ma. Paşê, bermayiyên wê li gund hatin veşartin û piştî ku partîzanên Sovyetê herêm ji nû ve girtin, ji bo Goristana Novodevichye ya li Moskowê hatin veguhestin.
Hevkara ku li Zoya xiyanet kir jî, piştî şer li dadgeheke Sovyetê hate darizandin û cezakirin. Zoya Kosmodemyanskaya piştî mirinê bi navê Qehremana Yekîtiya Sovyetê hate xelatkirin.
Li ser jiyana Zoyaya ku navê wê di dawiyê de bû yek ji sembolên berxwedana li dijî dagirkeriya Nazî, gelek stran û helbest hatine nivîsandin. Yek ji wan helbestan, "Tanya" ya Nâzım Hikmet bû.
Zoya Kosmodemyanskaya ku di temenê xwe yê ciwan ê 18 saliyê de ji bo gelê xwe bû gorî, mîna yek ji sembolên berxwedanê ku li hember dagirkeriyê teslîm nebû, tê bîranîn.