Sembola berxwedana Cezayîrê: Cemîle Buhayrad
Cemîle Buhayrad yek ji sembolên têkoşîna serxwebûna Cezayîrê ye. Bi berxwedan, bêdengiya li hemberî îşkenceyan û bi piştgiriya navneteweyî ya li dijî biryara darvekirinan bû fîgureke berxwedana jinan.
Navenda Nûçeyan – Cemîle Buhayrad gava ku behsa têkoşîna serxwebûna Cezayrê tê kirin yek ji pêşengên herî pêşîn e, tê bîra mirov, ne tenê ji bo welatê xwe her wiha wekî yek ji jinên sembola têkoşîna li dijî mêtingeriyê tê qebûlkirin. Cemîle Buhayrad a ku di temenê ciwantiyê de tevlî Enstîtuya Rizgariya Neteweyî (FLN) bû, bi tiştên ku jiyaye hem mohra xwe li dîroka nêz a Cezayîrê, hem jî di bîra raya giştî ya cîhanê xist.
Zarokatiya wê di bin dagirkeriyê de derbas bû
Cemîle Buhayrad di sala 1935'an de li taxa Kasbah a Cezayîrê ji dayik bû, di serdemeke ku mêtingeriya Fransayê li ser Cezayîrê serdest bû de mezin bû. Cemîle keça bavekî Cezayîrî û dayîkeke Tûnisî bû, ji zarokatiya xwe ve şahidiya neheqiyên li welatê xwe kir.
Her çendî wê di dibistaneke Fransî de perwerde dîtibe jî tu carî xwe wekî xwediyê nasnameya Fransî pênase nekir. Tê gotin ku di dema sonda "Dayîka me Fransa ye" ya ku li dibistanan dihat xwendin de, wê li ber xwe daye û gotiye "Dayîka me Cezayîr e" û ji ber vê yekê cezayên disiplînê girtiye. Li gorî derdora wê ya nêz, ev helwesta wê yek ji nîşaneyên yekem ên rola wê ya berxwedanê ya ku wê di pêşerojê de bigirta ser xwe bû.
Tiştên ku hatin serê malbata wê biryara wê guherand

Di tevlîbûna Cemîle Buhayrad a ji bo têkoşîna serxwebûnê de, bûyerên ku hatin serê malbata wê bandoreke mezin çêkirin. Darvekirina mamê wê û îşkenceya giran a li birayek wê di binçavan de hat kirin, wekî xalên werçerxê tên nîşandan û bûn sedem ew tevli berxwedana çekdarî bibe.
Cemîle Buhayrad gava 20 salî bû tevli refên FLN'ê bû, di nava rêxistina bajêr de cih girt. Weke yek ji wan kesên ku pêwendî û nûçegihaniya di navbera berxwedêran de dikir xebitî û ket nava lîsteya kesên ku rêveberiya Fransayê herî zêde li wan digeriya.
Hat girtin û îşkenceya giran lê hat kirin
Cemîle Buhayrad di sala 1957'an de dema ku belgeyên veşartî dibir, birîndar bû, hat girtin û demek dirêj hat lêpirsînkirin. Li gorî şahidiyan, wê di vê pêvajoyê de îşkenceyên pir giran dîtin lê belê tu agahî li ser hevalên xwe yên rêxistinê neda.
Îdiayên li ser wê û muameleya ku li wê hat kirin, di demeke kurt de ji sînorên Fransayê derbas bûn û ketin rojeva raya giştî ya navneteweyî.
Ket rojeva cîhanê
Darizandina Cemîle Buhayrad êdî ji dozeke ceza ya asayî derket. Bi têkoşîna hiqûqî ya ku parêzerê wê yê Fransî Jacques Verges meşand re, dozê bala çapemeniya cîhanê kişand ser xwe. Hunermend, nivîskar, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan li dijî biryara darvekirinê kampanya li dar xistin. Li gelek welatan bi dirûşmên "Azadî ji Cezayîrê re" û "Lêborîn ji bo Cemîle Buhayrad" xwepêşandan hatin lidarxistin.
Piştî zêdebûna zextên navneteweyî, biryara darvekirinê ya ku lê hatibû birîn nehat bicihanîn û piştre ev ceza veguherî girtina heta hetayê.
Cemîle bi gotinên; "Ez ji welatê xwe hez dikim" parastina ku xwe di dadgehê de kir, bi salan wekî yek ji sembolên têkoşîna serxwebûnê hat bibîranîn. Cemîle Buhayrad diyar kir ku ew azadiya Cezayîrê dixwaze û ji ber vê yekê tevli Enstîtuya Rizgariya Neteweyî bûye û bi peyvên tund rexne li rêveberiya mêtingkar kir.
Bi serxwebûnê re gihişt azadiya xwe

Piştî şerê serxwebûnê yê ku nêzî heşt salan domiya, Cezayîrê di sala 1962'an de serxwebûna xwe bi dest xist. Cemîle Buhayrad jî demek kurt beriya serxwebûnê ji girtîgehê hat berdan. Cemîle Buhayrad a ku piştî serxwebûnê vegeriya welatê xwe, wekî seroka Yekîtiya Jinên Cezayîrê hat hilbijartin û bi salan di xebatên mafên jinan û piştgiriya civakî de cih girt.
Jiyana wê bû fîlm
Çîroka jiyana Cemîle Buhayrad îlham da gelek pirtûk û fîlman. Di fîlmê derhênerê Îtalyan Gillo Pontecorvo yê bi navê Şerê Cezayîrê (The Battle of Algiers) de – ku wekî yek ji klasîkên sînemaya cîhanê tê qebûlkirin – ew wekî yek ji sembolên jin ên berxwedanê hat nîşandan. Derhênerê Misirî Yûsif Şahîn jî di sala 1958'an de bi fîlmê xwe yê Cemîleya Cezayîrî (Cemîle Buhayrad) têkoşîna wê bir ser ekranan.
Îro Cemîle Buhayrad ne tenê di dîroka serxwebûna Cezayîrê de, di heman demê de wekî yek ji sembolên jinan a bi hêz ên berxwedana li dijî mêtingeriyê tê bibîranîn.