Portreya Rojê: Wênesaz Levina Teerlinc

Gelek hunermend di qadek taybet de xwe pêş dixin û gelek jî tê lêgerandin. Ev yek ji bo jina bi navê Levina Teerlinc ku di dema Ronesansa li Bakurê Ewropa de weke wênesazek aktîv kar dike derbazdare. Levina Teerlinc di navbera salên (1510-1576)’an de jiyaye.

 
Navenda Nûçeyan - Levina Teerlinc di navbera salên (1510-1576)’an li devera Flandersa ku parçeyek ji Belçikaya îro ye li bajarê Bruges ji dayik bûye. Ji malbetek xwedî demboriyek bi hêz ya hunerêye. Di nava malbatê de ji 5 keçan keça herî mezin e, bavê wê Simon Benninck bi ronîkirina destnivîsan tê zanîn. Dîkor û detayên di Pirtûk û belgeyan de tê bikaranîn. Bapîrê Lavina jî hunermendek yê ronîkirinê bû. Bavê Levina pêwîst bû ku wêne çêkirinê bide nîşan ji ber qet kurê wan nebû. Di malê de ya herî mezin û karê wan berdewam bike Levina bû. 
Levinya baş û zû fêr dibû, ji bo jiyankirinê dest bi çêkirinê wêneya kir. Di sala 1530’an de jêhatîbûna xwe nas dike. Di sala 1545’an de bi George Teerlinc re di zewice û kurek wê bi navê Marcus çedibe. Di heman salê de li Ingiltere dawetiya karek gelek bipirestîj digre. 
Minyatursaz 
Levina di sala 1540’an de li ser hunera ku têde pêş diket lêhorbûn dikir. Biribû minyatursazek ku di hat nasîn. Wateya minyatursaziyê di sehneyên biçuk de di mijara qopyaya çekirina mirovan de hunereke ku têde bûye pispor. Ji hunera bi dest nivîsa ronîkirî hunerek hîn mezintir bû. Ji ber vê jî qabilyeta wê weke encama perwerdeya zû tê pênasekirin. 
Minyatursaz bi giştî weke portreyan xebatên şexsîne. Giştî weke madolyan dema ku parçeyek mucevher bi cihekê ve asê dike xudanê wê bikare bi hilgire ewqas biçuke. Munyaturcî giştî bi parşomen (Çermê golga yê nerm) qert (kaqeza giran) yan jî li ser ruberê fîldişî bi boyeya run tê boya kirin. Hinek minyaturci an bilind yan ji xwehr ji du incan (Înc) ne mezintir be. Di yek dîmen de ji gelekê kemtir portre. Hun wêneyeke wisa biçûk dikarin xeyal bikin?
Li Ewropa piratîka minyaturciyê li Ingilter û mehkemeya qralyeta Faransa bûye popîler. Ew portreyên biçûk giştî diçûn ser ferdên malbata qralyetê ve, evane jî weke diyarî dihat dayina desthilatdaran. 
Di mehkumyeta qralyetê de jiyankirin
Pêşnumeya kar ya ji bo Levina li Ingilterê ji aliyê qralekê ve hatibû kirin. Di sala 1545’an de û piştî mirina hunermendê pêşî yê mehkemeyê ê genc Hans Holbein, li Ingiltere Levina ji bo mehkemeya Henrî ya 8 emîn ji bo bibe qralyet paintrix tê vexwendin. Îtibara wê ya bilind dibe û jêhatbûna wê weke nîşanekê ji bo Levina di salê de 40 pound wergirtin tê pêşnûmekirin. Ji xerckirian ku werbigre hin zêdetire.
Di jiyana xwe ya mayî de, Levina û malbata xwe, di dema tama xweş ya pîşeya xwe ya demdirêj de li Ingiltera dimine. 8’emîn Henry weke karê zêde, pîştî wê jî ji bo sê zarokê xwe yên Ingiltere bi rêve dibin wê kar kirina xwe berdewam bikira. Ji ber Edward’ê 6’em, Mary 1’em, Elizabeth’a 1’em û Queens Mary’ê 1’em û Elizabeth’a 1 Levina weke ferdek yê malbata qralyetê tê pejirandin.
Xebatên Levina Teerlinc 
Li ruxmê pîşeya wê ya demdirêj, heta niha ji çend Tabloyên wê hina dimîne. Ji bo mijaran hîn zêdetir zor bike pir kêm îmza dikir ji ber vê yekê ew minyaturê  heyî nayê zanîn ka ji aliyê wê ve hatine boyakirin an na. Bi vê yekê ve girêdayî di lêkolîna şêwaz û cilên kesên di portreyan de cîh girtine de hinek berhemên Levina hatine piştrastkirin.
Portreya Levina Teerlinc ya Elizaheth ya 1’em nêzî 1565’an hatiye piştrastkirin
Levina di vê berhema xwe de her tim boyaxa ron bi kar aniye, bi giştî ji bo bineran her tim temaşevanên wezîran girtiye dest. Ruyê wan her tim diyarbûn. Ancaq fîgurên wan di heman demê de destê zirav û gewdeyê wan kêm û milê wan heyî  digirt nava xwe. Bi taybet ru kêmek sert bûn. Portre bi giştî detayên weke por û mucevher digirt nava xwe û pilana wan ya piştê her tim şîn û bi rengên duz dihat çêkirin. Mirovên malbata Qralyetê ya Sitters’ê bû.
Levina Teerlinc  di sala 1576’an de lî Stepneya Ingiltere koça dawî dike.