Portreya Rojê: Wêjevana berxwedana Cezayirê Assia Djebar
Wêjevana Cezayirê Assia Djebar a bi romana xwe ya bi navê ‘jina gora wê nîn e’ herî zêde hatiye nasîn di kesayeta Suleyhayê de jinên Cezairê yên bi hêz li hemberî dagirkeriya Fransayê sekinîne kiriye mijara romanên xwe û serê xwe li ser jîndarkirina wan jinan êşandiye.
Navenda Nûçeyan - Fatma Zohra Imalayendî ku di cîhana wêjeyê de bi nasnavê Assia Djebar tê nasîn 30’ê hezîrana 1936’an di nav malbatek Berberî ya qebîleya ji Dahranê ya Berkaniyê ya bajarê Şerşelê yê Cezairê de hatiye dinê. Ji ber bavê wê mamoste bû, baldariya wê ya ji bo xwendinê zû bi pêş dikeve û her dixwaze biçe dibistanê. Sala 1937’an li heman dibistana ku bavê wê mamosteyê zimanê frensî bû dest bi xwendinê dike û dibistana seretayî li wê diqedîne. Paşê jî dest bi dibistana navîn dike, xwendekarên dibistana wan hemû lawik bûn ew û hevalek xwe tenê keç bûn. Dibistana navîn dihêle û diçe paytexta Cezairê dibistana amadeyî dixwîne, li wê derê jî tenê xwendekara misilman ew e.
Assia Dijebar, li hemberî hemû cure astengiyan têdikoşe û bi sekna xwe ya femînîst tê nasîn. Bi taybetî di berhemên xwe de li ser rewşa jinan disekine, nivîs û çîrokên xwe li dora jinan dihûne. Ew xwedî sekneke li dijî dagirkeriyê bû û bi wê nêzikatiya xwe derdiket pêş. Dagirkeriya Şahenşahiya Fransayê sala 1830’an dikeve Cezairê û 132 salan didome. Mêtingeriya Fransayê ya ku salên dirêj didome, ji hêla siyasî û aborî ve gelên herêmê û bi taybetî jî jinên di nav cîhana xwe ya veşartî de dijîn, ji vê rewşê vi bandor dibin. Ji bo wê jî Assia Djebar di her xebatek xwe de, li dora jinên Cezairê û li dijî bandorên dagirkeriyê sekiniye û bi her çîrokek xwe bûye dengê jinên Cezairê. Ji ber şerê serxwebûnê yê Cezayirê neçar dimîne ku navber bide perwerdeya xwe ya zanîngehê û li Tunusê perwerdeya xwe didomîne. Di zanîngehên Rabat û Cezairê de waneyan dide. Di serxwebûna Cezairê de mamostehiyê dike û li zanîngeha paytexta Cezairê waneyên dîrokê dide. Li gel mamostahiyê di rojnameya "El- Mucahd" de dixebite.
Jinên Cezairê jixwe ji hêla desthilatdariya mêran a welatê xwe ve kêm dihatin dîtin, bi dagirkeriya Fransayê re rewşa heyî xirabtir dibe. Ji ber mêtingerên fransî di her derfetê de wan biçûk dixin û tu carî weke mirov nabînin. Jinên ku ji welatê xwe biyanî dibin, gelek zor û zehmetiyan dibînin, heta pirê caran jî rastî destavêtinê tên. Ev yek bandorê li ser derûniya wan dike.
“Jina gora wê nîn e”
Sala 1957’an di temenê 20 salî de romana xwe ya destpêkê bi navê ‘Tîbûn’ weşandiye. Di sala 1958'an de bi nivîskar Welîd Qerin re dizewce û bi hev re romana ‘sor rengê berbangê ye’ dinivîsin. Heman salê romana bi navê ‘Paça Sebrê’ weşandiye. “Di mala bavê de ji bo min cih nîn e, Jina gora wê nîn e, Cezaira spî, Wehiran zimanê mirî û Şevên Strasborgê jî di navê de bi giştî 15 pirtûk nivîsiye. Ji ber baldariya zêde berhemên wê bi 23 zimanan hatine wergerandin. Xwediya Xelata Wêjeyê ya Navneteweyî Neustadt û Xelata Yourcenarê, di demên dawiyê de ji ber serkeftinên xwe yên wêjeyî di nava berendamên Xelata Wêjeyê ya Nobelê de jî navê wê tim li pêş e.
Carek din agahî ji Suleyhayê negirtin
Romana ku herî pê nav daye jî ya bi navê ‘Jina gora wê nîne’ ye. Bi vê berhema wêjeyî di kesayeta Suleyhayê de balê dikişîne ser têkoşîn û wêrekiya jinên Cezairê. Di pêvajoya dagirkeriya Fransaya li ser Cezairê de Suleyha cîrana wan bûye. Destpêkê Suleyha xwarinê ji bo eniyên şer dibe. Di nava jinên Cezairê de xebata piştevaniya eniyên şer bi pêş dixe. Di sala 1957’an de derdikeve çiyê, di demek kin de ji aliyê leşkerên Fransayê ve tê girtin û bi bêdengî Suleyha yê winda dikin. Hê jî tu agahî ji Suleyhayê nîn e…
Bi keda jinên weke Suleyhayê jinên Cezairê li dijî fransiyan yekbûna xwe ava dikin. Bi vê xwebawerbûnê, têkiliya di navbera wan û mêran de jî tê guhertin. Mînak berê jin nedikarîn li cem mêran rûnin lê di dema berxwedanê de li cem bav û birayên xwe dirûniştin û der barê pêşeroja welatê xwe de nîqaş dikirin. Tevî mêrên li çiyê diman, binasin an jî nenasin, li ser heman sifreyê rûdiniştin û xwarin dixwarin. Êdî ne pêwîst bû ku bi serpoşkê wechê xwe veşêrin. Jinên beşdarî têkoşîna serxwebûnê dibûn, di gelek mijarên bi vî rengî de dibûn xwedî gotin. Assia Dijebar jî di berhemên xwe yên wêjeyî de ev pêşketin û têkoşîna jinên Cezairê bi şêwazek herî baş raxistiye ber çavan.
Nivîskara femînîst a Cezairê gelek çîrok, nivîsên kin, ceribandin û helbest nivîsîne. Her wiha lîstikên şanoyê dinivîsand û derhêneriya wan jî dikir. Demeke kin dest ji nivîsandinê berdide û derhêneriya du fîlman dike. Di yek ji berhema xwe ya herî bi nav û deng de jî balê dikşîne ser newekheviya ku jiyana jinên Cezairê û Rojhelata Navîn zehmet dike. Di cîhana ereban û îslamê de ji bo parastina mafên jinan kedek mezin daye.
“Dixwazim biçim çiyayê zarokatiya xwe”
Bi gelemperî di berhemên xwe de mafê axaftinê dida jinan. Di fîlma xwe ya bi navê “La Nouba des Femmes du Mont Chenoua” de, ji aliyekê ve balê dikşîne ser yekbûna jinan û dide diyarkirin ku lazim e ew dengê xwe bidin bihîstin, ji aliyê din ve jî balê dikşîne ser pêşketina jinên hemdem ên Cezairê. Jixwe fîlm bi rêya muzîk û stranan ji temaşevanan re tê veguhestin. Ji bo amadekariya filîm jî wiha dibêje: “Di sala 1974’an de ez dîsa vegeriyabûm Fransayê, min nedizanî ka ez ê çi bikim. Ez çûm cem hin servîsên televîzyonan ku dixwestin bi min re peymanekê îmze bikin û destûrê bigirin ji bo romanên min bikin filîm. Min ji wan re got, qet ne pirsgirêk e dikarin romanên min bikin filîm. Tenê ji bo ku biçim çiyayê zaroktiya xwe û bi jinên li wan deveran dimînin re biaxivim, erebeyek û endezyarek xwest. Wan jî daxwaza min pejirandin û ajokarek dan gel min. Dema em gihîştin herêma ku berê zarokatiya min lê derbas bûye, ajokar û teknîsyen dema xwe bi mêrên wê deverê re dibo-randin, min jî xwe gihand jinan û bi wan re diaxivîm.”
Du mehan li herêma “Chenouayê” bi jinan re hevdîtin dike, dengê wan, hawar, stran, pistepist û xeyalên wan di sala 1978’an de bi rêya filîmekê ji temaşevan re radigihîne. Ew balê dikşîne ser girîngiya guhdayîna çîrokên qehremanên bênav, bi taybetî jî jinên qehreman ên bênav û bi xebatên xwe balê dikşîne ser van xalan.
“Ez ji zimanê xwe hez dikim”
Di 11’ê cotmeha 2000’an de, dema ku bi wesîleya girtina xelata aştiyê axaftinê dike, li ser têkiliya xwe û ziman radiweste û dibêje: “Ez bi fransî dinivîsim, ev ziman nahêle tu li hember bisekinî, ramanên te dixe destên xwe, ji ber zimanek kevn û mêtinger e. Ez ji zimanê xwe yê dayikê erebî hez dikim, pê êş dikşînim û dua dikim. Zimanê min demdirêj li dijî emperyalîzma Romayê li ber xwe dide; zimanê berberî, zimanê şahbanû Touregsê ye ku demek dirêj dayiksalarî lê serdest bû. Li ziman nayê vegerandin; kok û dîsa bi kokbûyîn, bi gotineke din xwesteka reh û rêçikan e. Ger ez kelt, baskî, yan jî kurd bûma, wê ji bo min di hin pêvajoyên pêwîst ên wî zimanî de, gotina ‘na’ bihata fêmkirin… Di bûyerên berbiçav ên di encama zextên desthilatdariya dewletê û olê de derdikeve holê ku ji bo mirov tevahiya vana paqij bike, bibêje ‘na’, zimanê destpêkê ku mirov di serê xwe de, di bêdengiya xwe de, di redkirina xweferzkirinên civakî de bi kar tîne, zimanê me yê dayikê ye. Bi kinahî ev ‘na’, pirê caran beriya hizrên we derdikeve û ev berxwedaneke ku nayê piştrastkirin e.”
Sala 2005’an endama Academie Française hatiye hilbijartin. Di heman salê de ji bo akademiya wêjeyê ya Fransayê jî tê pejirandin.
Di 7'ê sibata 2015'an de li nexweşxaneya Parîsê diçe ser dilovaniya xwe û li ser wesiyeta wê, li bajarê zarokatiya wê Şerşelê wê dispêrin axê.