Portreya Rojê: Viyan Amara

Her kesayet ji kesayetên din ferq dikin, yek ji wan kesan Mamoste Viyan Amara ye. Viyan Amara li ser du xetan jiyana xwe didomand. Têkoşîna li hemberî dijminê hov û girîngiya zimanê dayikê. Viyan Amara rahêner, wêjevan, fermandar, pêşeng û mamosteya zimanê Kurdî bû.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Viyan Amara (Sevîm Kaya) di sala 1983'an de li gundê Gakoran ê girêdayî navçeya Kifir a Colemêrgê ji dayik bûye. Di çûkatiya xwe de di nava civakê de lêkolînên erênî û yên li ser derdorê dikir. Dema ku bersiva pirsên xwe nedidît, di olê de lêkolîn dikir, ji bo vê beşdarî panêlên olî dibû. Di nava xeyalan de winda dibû, yek ji hêviyên wê ew bû ku xwe di asta zimanê Kurdî de bi pêş bixe. Di sala 1999'an de beşdarî nava tevgera azadiyê bû, piştî perwerdeya siyasî, leşkerî û bîrdozî derbasî nava xebatê dibe. Bi tevger û rûyê xwe yê bi ken bala hemûyan dikişand. Cihê ku lê bûya moralê her kesê bilind bû, ji ber ku wateya jiyanê li gel wê hebû lewma her dem kêfxweş bû. Di karê xwe de serkeftî bû, ji bo wê jî her kesê berê xwe dida wê û dibû cihê baweriyê. Ji rexneyan re vekirî bû, ji bo wê jî di nava hevalên xwe de dihat hezkirin. Gelekî dihizirî heya ku digihîşt encamê, her tim li hemberî şaşîtiyan disekinî heya dihat çareserkirin. Di sînorê fêrbûna ziman de nedima, di heman demê de cihê xwe di nava çand, huner, nivîsandina helbestan de girt. Viyan Amara 26'ê Tîrmeha 2013'an jiyana xwe ji dest da.  
"Viyan mamosteya ziman bû"
Li kampa penaberana Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Viyan di xebatên fêrbûna ziman, perwerde û tercumaniyê de cih digre. Têkiliyeke xurt di navbera Viyan û zarokan de hebû, zaroketiya di hundirê xwe de nedikuşt, ji ber ku mirov bi zarokatiyê dikare bigihîje riya heqîqetê. Di heman demê de ji bo berxwedanî, gel û bi taybetî ji bo zarok û jinan dijiya. Viyan di mijara jinan de hestiyar û berpirsyar bû, li ser mijara jinan dixwend û dinivîsand. Di pêvajoya şoreşa Rojava de Viyanê cihê xwe di xebatên fêrbûna ziman de girt, bi şoreşê re hemû qadên jiyanê bi pêş ve çûn û pêlên şoreşê bilind bûn. Ji bo wê jî Viyan dixwest qada perwerdeyê jî bi pêş bixe. Ji bo xwe erk didît û diyar dikir ku divê asta zimanê Kurdî bê xurtkirin. Viyan derdora sal û nîvek li Kobanê ma, di van salan de gelek xebat dan meşandin. Piştî şehadeta Viyan Amara li hersê herêman peymangehên ziman bi navê wê hatin avakirin, ji bo asta ziman bilind bibe û fêrbûna zimanê Kurdî wek çand di nava civakê de bê çêkirin. Peymangeh di 28'ê Cotmeha 2013'an de li Efrîn, 29'ê Kanûna 2013'an li Kobanê û 9'ê Kanûna 2019'an li Şehbayê bi navê Viyan Amara hatin vekirin.
"Zimanê zikmakî hebûn û tunebûna mirovan e"
Ji her pêkhate yan neteweyek re ziman girîng e, bi riya ziman mirov xwe îfade dike û tê naskirin. Rola ziman di nava civakê de gelekî girîng e û divê parastina wê were kirin. Bi salan e dewleta tirk dixwaze gel bi riya ziman tune bike, ji ber ku ziman hebûn, tunebûn, rêgez û çanda mirovan e. Bi saya şoreşa Rojava zimanê Kurdî ji nû ve nûjen bû û bi rengekî akedemîk fêrbûna ziman tê kirin.  
Bi boneya 8’emîn salvegera şehîd Viyan Amara, Nisrîn Kenan ji ajansa me re axivî.
"Pêşenga berxwedanê Viyan"
Nisrîn Kenan Viyan Amara bi bîr anî û diyar kir ku Viyan mamosteyek herikbar bû û got: "Dema mirov behsa Viyanê bike wê ne bi gotin û ne jî bi ziman em ê karibin wan kêliyên ku bi me re derbas kirine vebêjin. Me hêvî ji wê digirt, dema ku yek ji me aciz dibû yan jî pirsgirêkek pê re çêdibû wê hîs dikir ku çi çêbûye. Di hemû warên jiyanê de destek dida me. Beriya 2013`a min mamoste Viyan nas kir. Cara yekemîn li saziya ziman bû, min jî wê demê pirtûk dixwendin, ji bo ez fêrî tîpên Kurdî bibim, derbasî saziya zimanê Kurdî bûm. Viyan Amara nêrînên min der barê jiyanê de guhertin ku ez ne tenê fêrî tîpan bibim min fam kir ku divê ez fêrî ziman bibim û xwedî li zimanê xwe derkevim. Viyan ne tenê heval û mamoste bû, Viyan her tişt bû. Viyan ji ziman, zarokan, xwezayê, welat û gelê xwe hez dikir. Viyan dilê tu kesê nedihîşt, hin ji bîranînên wê hene, dema ku digot ‘ez tu caran nahêlim kesek ji min bixeyide, ger bixeyîde jî heya ez pê re neaxivim ez ê ji Kobanê neçim.’ Rojekê em xwendekar li pêşiya saziyê kom bibûn, hew me dît ku mamoste Viyan hat û xwe aciz kir, got ma çima hûn van gulan av nadin, me her kesî bihaneyek xwe dît, paşê bi me re nîqaş kir û ji me re got ku divê em çawa nêzî xwezayê bibin û eleqedar bibin û biparêzin."
"Viyanê pêşeroja zarokan ronî kir"
Nisrîn Kenan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta Viyan Amara û wiha got: "Viyanê rastiya jiyanê bi me da naskirin, bi saya Viyan em fêrî zimanê xwe bûn, kesên ku durî rastiya xwe ketibûn hişt ku ew li wan rastiyan li dîroka xwe derkeve. Viyan Amara tiştê ku li peyî xwe hişt ziman bû, mamoste û şagirtbûn ku îro kesên di dibistan, paymengeh, zanîngeh û Akademiyan de dersan bi zimanê Kudî didin hişt. Dixwast derbasî hemû malên Kobaniyan bibe, her tim diyalog bi gel, ciwan û zarokan re dikir, herî zêde diyalogên xwe ziman bû, çawa em fêrî ziman bibin çawa em parastina ziman bikin. Têkiliyên xwe bi gel re xurt kiribû, serdana malan dikir ji bo ku felsefeya Rêber Apo bi gel bide naskirin, ji bo Mamosteyan jî dixwast rûhê hevaltî bi de pêş, hêviyên wê ew bû ku li herçar parçeyên Kurdistanê gel bi zimanê xwe biaxive, fêrbibe û binivîse. Ji ber ev yek ji xebatên wê yê serekebû, îro em dibînin ku roj bi roj sal bi sal ziman bi pêş dikeve, ev jî dihêle ku xeyalên wê pêk bên."
"Fêrbûna ziman bi xwe şoreş e"
Nisrîn Kenan herî dawî da zanîn ku xewn û xeyalên Viyan pêk tên û wiha dawî li gotina xwe anî: "Herî zêde yê ku hişt em fêrî ziman bibin Viyan bû. Viyan li ku bûya gel fêrî ziman dikir, di akademî û dibistanan de perwerdeya ziman dida lê dema ku di 26'ê Tîrmeha 2013'an de li gundewarên Girê Spî şer dijwar bû, Viyanê pênûsa xwe danî û li şûna wê çek rakir û berê xwe de çeperên şer. Di encamê şer de Viyan di 26'ê Tîrmeha 2013'an de li gundê Kendalê yê girêdayî Girê Spî jiyana xwe ji dest da. Viyan bi şagirtan re şagirt bû, bi rêveberan re rêveber bû. Yekemîn kesa ku şoreşa ziman li Kobanê da destpêkirin şehîd Viyan Amara bû, em jî wek şagirtên Viyanê bi vê yekê serbilind û kêfxweş in ku îro em mamosteyên ziman in zarokên bajarê xwe, fêrî ziman dikin. Wekî ku Viyanê dixwest li her gundî dibistan bê vekirin îro vaye li her gundekî dibistan hatine vekirin. Viyan di hemû qadan de rêber bû, yekemîn şaxa Saziya Zimanê Kurdî SZK ji aliyê mamoste Viyan ve hat vekirin. Daxwaza wê ew bû ku hemû zarokên Kurdan fêrî zimanê dayikê bibin. Rast e Viyanê bi çavên xwe nedît ku Kurd xwedî ziman in êdî xwedî nasneme ne lê îro zarokên Kurd û bi taybetî Kobanê cara yekemîn di zanîngeha Kobanê de de beşa wêje û ziman de, bi awayekî serkeftî bi ser ketin."