Portreya Rojê:Soraya El-Hafiz Yekem jina li Sûriyeyê beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bûye
Soraya El-Hafiz kesayetek femînîst a ji Sûriyeyê ye, keça şehîd û parêzvanê zarokên şehîdan e. Soraya hilgira lîwaya Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ye û yekem jina ku li Sûriyeyê, beşdarî hilbijartinên parlamentoyê dibe û ji bo parastina mafên jinên Sûriyeyê jî heta niha pêşengî kiriye.
Navenda Nûçeyan - Di sala 1911'an de Soraya El-Hafiz li Dîmeşqê ji dayîk bû ye. Di 6'ê Gulana 1916’an de bavê wê Amin Lotfi Al-Hafiz bi komek ji Erebên Azad re ji aliyê dewleta tirk ve tên darvekirin. Soraya di temenê pênc salî de sêwî dimîne, li ba dayik û apê xwe Mustafa Al Shehabi mezin dibe. Dema ku ew hê li Mala Mamosteyan xwendekar e, şerê mêtingeriyê mîras digre.
Di sala 1928'an de piştî ku perwerdeya xwe ya li Mala Mamosteyan xelas dike, dest bi mamostehiya Edebiyeta Erebî dike, piştre jî li dibistanên Dîmeşqê rêveberiyê dike. Soraya bi rojnamevan û nivîskar Munir Al Rayes re dizewice, xebata wê ya di warê perwerdeyê de û piştgiriya hevjînê wê di çarçoveya têkoşînên wê de jî xwedî roleke girîng bû.
Tevlî xwepêşandanên yekem ên jinên Sûreyeyê bû
Di sala 1929'an de beşdarî yekemîn xwepêşandana jinên Sûriyeyê ya li dijî dagirkeriya Fransayê bû, piştre di karên leşkerî de cihê xwe girt û çek hilgirt. Her wiha kesên birîndar radikir nexweşxaneyan û zarokên şehîdan xwedî dikir. Soraya bi riya xebatên xwe lawazî û bêhêziya jinan di civaka mêr a paşverû de dibîne û heya dawiya jiyana xwe dixwaze rola jinan di nava civakê de bide guhertin çi bi riya radyo û gotarên çapemeniyê, çi jî bi riya komeleyên xêrxwaz, çandî û geşedanî.
Komeleya 'Xelaskirina Mala Mamosteyan' ku ji hêla Soraya ve di 1929'an de hat damezirandin, yek ji wan komeleyên yekem ên populer ên jinên Sûriyeyê ye. Ev komele herî zêdetir bi perwerdekirina jinên Sûriyeyê re mijûl dibû da ku karibin rola xwe di jiyanê de bilîzin.
Soraya ji keçên şehîdan re derfetên perwerdeyê çêkir
Wê têkoşîna xwe ya niştîmanî û çalakiyên civakî hemû xist xizmeta jinan, ji bo bikaribin qabiliyetên xwe bi pêş bixin û mafên xwe binasin. Di sala 1943'an de 'Zanîngeha Jinên Neteweyên Ereb' damezirand da ku jin bikaribin li wan daxwaza mafên beşdariya jiyana siyasî bibin. Bi armanca girîngdayîna keçên şehîdan û ji bo pêşkêşkirina perwerdeyê ji bo bikaribin berpirsyariya xwe bi cih bînin, Soraya di sala 1945'an de bi navê 'Mala Sponseriya Keçan' ava kir û 20 keçan cihê xwe tê de girtin. Vê komeleyê heya sala 1965'an karê xwe domand, hejmara xwendekarên jin, dema hat girtin bû 400. Di sala 1956'an de beşdarî damezrandina Komeleya 'Lênihêrîna Leşkerên Sûriyeyê li Sînor' û komeleyên din ên wekî 'Xala Şîrê' û 'Civata Hunerê' bû.
Bi hevkariya Zahra salonek wêjeyê ava kir
Soraya jinên ku derfetên fêrbûnê ji dest wan çûbû paşguh nekir û wekî gava yekem di têkoşîna li dijî nezanî û belavkirina zanînê de meşand.
Her wiha Soraya, bi hevkariya hevjîna serokomara Sûriyeyê ya wê demê Zahra El-Abed di sala 1946'an de saloneke wêjeyê bi navê 'Beşa Wêjeyê ya Zahra' ava kir ku tê de gelek kesayetên edebî û siyasî cih digirtin. Ev salon di pêşxistina jiyana çandî, siyasî û wêjeyî de roleke pir girîng lîst.
Soraya ji bo kursiya nûneriyê xwe hildibijêre
Di sala 1963'an de komcivîn hat sekinandin, ji ber vê yekê Soraya çû Misirê û li wir heya sala 1970'yan çalakiyên xwe berdewam kir, heya ku komcivîn bi awayekî giştî sekinî. Ew ne tenê bi wêrekiya xwe di pêşkêşkirina ramanên xwe de jî di heman demê de di parastina wan de xwedî sekneke cihêreng bû. Di sala 1953'yan de jinan li Sûriyeyê mafên berendam û dengdanê bi dest xistin, Soraya bû yekem jina ku xwe hildibijêre da ku kursiya nûneriyê bigre. Wê baş dizanibû ku civaka Sûriyeyê ji vê guhertinê re ne amade ye lê wê baweriya hilbijêran bi dest xist. Piştî ku rêza duyemîn girt derbasî meclisa nûneriyê bû, her wiha di 'Federasyona Neteweyî' de wekî endam kar û xebat meşand, her wiha jî hizrên xwe yên neteweyî jê digirt.
Mîrasên dewlemend ji jinan re hişt
Soraya El-Hafiz di 2'ê Hezîrana 2000'an de diçe ser dilovaniya xwe û li Dîmeşqê hate veşartin, wê hemû jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên jinan buhurand, li dû xwe mîrasên dewlemend ji jinên ereb re hişt, bi taybetî ji bo jinên Sûriyeyê. Her wiha wê du pirtûk nivîsîbû, yek bi navê 'Rojeke Qewimî' komek çîrok bûn û di sala 1961'an li Dîmeşqê hat weşandin. Li ser têkoşîn û berxwendana jiyabû nivîsîbû wê pirtûkê. Ya din bi navê ' Portfolios' ku di sala 1979'an de hat weşandin, pirtûk ji rêzeyek gotarên ku girêdayî çalakiyên wê û hin helwestên li pêş Xebatkarên Salonê derdiketin pêk dihat.