Portreya Rojê: Qiralîçeya Gurcistanê Tamar
Qiralîçeya Gurcistanê Tamar hêza qraliyeta Gurciyan gihand asta herî jor. Di dema wê de Gurcistan di dîrokê de gihîşt sînorek berfireh ê ji Azarbaycanê heta Erzirom û Gencê.
Navenda Nûçeyan - Gurcistana roja îro, ji demên berê heta niha weke cihê bicihbûnê ye. Mirovên ku weke Homo Georgicus dihatin binavkirin li Dmanis derketin holê. Bermahiyên wan beriya 1,8 milyon sal bûne dîrok. Di demên klasîk de li Rojhilatê vî welatî qraliyeta Îberia hat avakirin û li Rojava jî qraliyeta Kolhetî hatiye avakirin. Destpêka avakirina dewleta Gurciyan û pêşketina çandî ji wan deman pêk hatiye. Li gorî çavkaniyên nivîskî jî b.z. di sedsala 12’an de Gurciyên-Proto derketibûn ser dika dîrokê. Li gorî vedîtinên Arkeolojîk avabûna Gurcî ya Siyasî b.z. bi qasî 7 sedsalan paşve çûye. Beriya Îsa di sedsala 4’an de qraliyeta Yekitiya Gurciyan hatiye avakirin.
Li Qraliyeta Kolhis û İberya di sala 337’an de ola xirîstiyaniyê wekî ola fermî hat îlankirin. Ev welat di sedsala 13’an de di serdema qraliçe Tamar de wekî împaratoriyek biçûk lê hat. Weke di Destana bi nav û deng a Şota Rustaveyî de hat nivîsîn, di vê çaxê de çaxa zêrîn hat jiyîn. Bi sedsalan Gurcistan ji dewletên Îran, Mogolan, Rusya û Osmaniyan re bûye qada şer. Ji sala 1801’ê û pêde Gurcistan ji aliyê Rusyayê ve hate desteserkirin. Di navbera salên 1919-1920’an de di bin navê Komara Demokratîk a Gurcistanê de dewletek serbixwe hat avakirin. Di sala 1921’an de Artêşa Sor hat welat û Gurcistan weke Komarên din ên Sovyetan lê hat. Di sala 1991’an de careke din serxwebûna xwe bi dest xist.
Çaxa Zêrîn
Qralîçe Tamar di sala 1166’an de li Tabehmayê hatiye dinê. Tamar keça Goirgiyê 3’yemîn û perensesa Guranduhtî ye. Ji bo pêşî li hevnekirinan were girtin Tamar weke Varîsê xwe îlan dike û ji sala 1179’an û pêde qralyietê bi hev re bi rêve dibin. Piştî mirina Giorgiyê 3’yemîn di sala 1184’an de Tamar di temenê 24 salî de diçe ser text û qraliyetê bi rêve dibe.
Di navbera salên 1184-1213’an de Qraliyeta Gurcistanê bi rêve biriye. Ew pêvajoya hikumdariya Gurcistanê ji ber serkeftina rêveberiya Qralîçe Tamar weke Çaxa Zêrîn tê nasîn. Ji xanedana Bagrationi tê. Di hinek zimanan de weke Tamara tê nivîsîn.
Tamar piştî çûyîna ser text Arîstokratên Feodal bijartiyên xwe yên têkbirî, ji bo careke din bigre dikeve nava pevçûnan. Berpirsê Xezîneyê Kutlu Arslan ji Tamar dixwaze ku desthilatdariya xwe bi sînor bike. Bi navê Karavî wê sazî dewletek nû pêk bîne. Endamên Karavî wê hemû arîstokrat bûna û hemû biryaran bigirtana. Ev biryar, ji qralîçeyê re gotin û dixwazin vê biryarê bipejirîne. Ev pêşniyara ku dê şeklê hikumdariya wê kêm bikira, ji ber wê Tamar pêşniyarê napejirîne. Di rêveberiyê de bandora Kutlu Aslan bi temamî ji holê radibe û li cihê “Karavî” biryar hat girtin ku rayeya biryardayînê bikeve destê qesra qralîçeyê.
Zewicandina qralîçeyê bi xwe pirsgirêkek girîng e. Ji ber ku dê hevjînê qralîçeyê bibûya kesê duyem ê herî girîng ê qraliyetê. Ji ber vê hilbijartina wî namzedî gelek girîng bû. Herî dawî ji çavakaniyên Gurcî kesê ku bi navê Giorgi Rus dihat nasîn, bi prensek Rus re hat zewicandin.
Temar ku di sala 1185’an de zewicîbû, dest ji Giorgi Rusî berda û di sala 1188’an de bi Davit Soslan re zewicî. Di sala 1191’an de hinek kesên piştgiriya Giorgi Rusî dikirin ku were Gurcistanê, di nava wan de şerek mezin dest pê kir. Tamar ên ku serhildana wan têk birin û Giorgi Rusî weke girtî careke din şand Rusyayê. Giorgi Rusî her çiqasî carek din vegeriya Gurcistanê jî vê carê piştgirî nedît û bi hêsanê têk çû.
Destkeftiyên ku Tamar bi dest xistine
Piştî ku tevliheviyên li nava welat, çareser bûn, Tamar dest bi girîngîdana têkiliyên karên derve kir. Di sala 1192’an de kurê Tamar ê bi navê Giorgi (Laşa Giorgi) hat dinyayê. Ji ber wî, li bajarê Bardav ku di roja îro de maye di nava sînorê Azarbeycanê de sefer kir. Di salên 1190’an de agabegê Azarbeycanê Ebu Bekir gelek bi hêz bû. Ebu Bekir li hemberî Şirvan Şahê ku desthilatdariya Gurcistanê nas kir şer da destpêkirin. Şirvan Şah ji qraliyeta Gurciyan alîkarî xwest. Di bin fermandariya Davit Soslan de artêş ket tevgerê û her du artêş di sala 1195’an de li Şamkorê hatin beramberî hev. Gurciyan ala ku xelfetê rêkirî ji wan re di nav de, gelek destkeftî bi dest xistin.
Li aliyê din jî ew demek bû Selçûkiyên Anatolyayê li hemberî Gurcistanê amadekariyên şer dikirin. Sultanê Selçûkiyên Anatolyayê Suleyman Şahê 2’yemîn ji Tamar re nameyek dişîne û daxwaza naskirina desthilatdariya wî dike, Tamar ew qasidê ku Selçûkiyên Anatolyayê wî şandine dizivirîne û dibêje bila artêşa xwe ji şer re amade bike. Artêşa di bin fermandariya Davit Soslan de ji bo Basiani tevger dike. Di sala 1202’an de her du artêş li vê derê tên beramberî hev. Selçukiyên Anatolyayê li vê derê têk diçin. Şerê di navbera Gurciyan û Selçukiyan de piştre jî berdewam kir û Gurciyan di sala 1204’an de Qers bi dest xistin.
Împaratoriya Bîzansê kurê Andronikos ê 1’yemîn (hukumdariya wî di navbera salên 1183-1185) Manuil Komnenos û kurê Rusudana xwişka Tamar Aleksios Komnenos ji bo avakirina împaratoriya Trabzonê piştgirî dayê û vê dewletê xist bin parêzvaniya xwe. Di sala 1206’an de dema Davit Sosla dimire, Tamar kurê xwe Laşa Giorgi dike alîkarê xwe.
Tamar hêza qraliyeta Gurciyan gihand asta herî jor
Artêşa Gurciyan di sala 1210’an de diçe Bakurê Îranê seferê û gelek keleh bi dest dixe. Tamar di sala 1213’an de jiyana xwe ji dest daye û li Gelatî dispêrin axê. Tamar hêza qraliyeta Gurciyan gihand asta herî jor. Di dema wê de Gurcistan di dîrokê de gihîşt sînorek berfireh. Sînorên Gurcistanê ji Azarbaycanê heta Erzirom û Gencê berfireh bû.
Li gorî daxuyaniya sefîrî Gurcistanê yê Tirkiyeyê, li Deşta Pasînê ya Erziromê di encama erdkolana arkeologan de gorek hatiye dîtin û texmîn dikin ku ev gor a neviyê qralîçeya Gurcistanê Tamarayê ye.